Wezîrê Dadê li ser Veysî Aktaş daxuyaniyeke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku Veysi Aktaşê ku ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, bi ti rêziknameyeke taybet nehatiye berdan.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç di weşana zindî ya NTVyê de li ser rojevê axivî.

Girtiyê siyasî Veysî Aktaşê ku berdana wî salek û 3 mehan hatibû taloqkirin, piştî 31 salan 25ê Tîrmehê hat berdan.

Yilmaz Tunç derbarê berdana Veysî Aktaş wiha got:

“Veysî Aktaş bi ti rêziknameyekê nehatiye berdan. Dema berdana bi şert a cezayê wî 30 sal bûn.

Piştî ku 30 sal cezayê xwe dikişîne ji bo berdanê serlêdanê dike û gelek caran ev serlêdan hat redkirin.

Piştî 31 salan hat berdan. Piştî ku cezayê wî xilas bûye hatiye berdan. Dibe ku paşerojê endamên rêxistinê yên mîna wî ku cezayê xwe temam dikin hebin."

"Amadehiyên me yên ji bo pakêta dadweriyê hene"

Tunç li ser rêziknameyên yasayî yên ku divê di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de bên kirin jî axivî û got:

“Amadehiyên me yên ji bo Pakêta 11an a Dadweriyê hene.

Me gelek pakêtên dadweriyê yên ku hemû civakê eleqedar dikin xistine warê bicihkirinê.

Bi taybetî ji bo misogerkirina bibandorbûna darizandinên hiqûqî, jiholêrakirina darizandinên demdirêj û bihêzkirina kapasîteya me ya dadweriyê 264 hedef hene.

Em dê pêşkêşkirina van rêziknameyên yasayî ji bo parlamentoya xwe bidomînin."

Sala 2015an şandibûn Îmraliyê

Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dima û divabû 28ê Nîsana 2024an bihata berdan.

Veysî Aktaş di dema  pêvajoya çareseriyê de sala 2015an ji bo erkê “Sekreteryaya Ocalan” li gel Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran şandibûn Girtîgeha Îmraliyê.

Aktaş wê demê ji Girtîgeha Kirikkaleyê hatibû veguhastin û ji sala 2015an ve li Îmraliyê bû.