Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê mirina leşkerekî ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê leşkerek di qezayeke de miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mirina wî leşkerî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku çawîşê pispor ê bi navê Servet Okkeş dema wesayîta leşkerî temîr dikir di nav wesayîtê de asê maye û bi giranî birîndar bûye.

Wazaretê da zanîn ku leşkerê birîndar rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan nehatiye rizgarkirin û miriye.