Civîna MGKyê bi dawî bû: Mijar pêvajo bû

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) piştî civîna xwe ragihand, “Bi avêtina benda terorê re dê biratiya gelê me zêdetir bihêz bibe."

Di danezanê de herwiha hat diyarkirin ku Tirkiye dê li ser piştgiriya xwe ya ji bo hewlên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo parastina yekparçeyiya wî welatî berdewam be.

Lijneya Ewlehiyê ya Netewî  ya Tirkiyeyê (MGK) îro li Koşka Serokomariyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Piştî civîna MGKyê danezanek hat belavkirin.

Pêvajoya çareseriyê

Di danezanê ameje bi wê yekê hat dayîn ku di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" de pêngavên girîng hatine avêtin û hat gotin:

“Mesafeya ku di çarçoveya armanca `Tirkiyeya Bêteror` de hatiye birîn û pêngavên ji bo pêşerojê hatin nirxandin.

Hat diyarkirin ku bi avêtina benda terorê ya ku dixwazin li lingê welatê me bixin, dê biratiya gelê me zêdetir bihêz bibe û em dê bi gavên bileztir û biîstîqrar ber bi armancên xwe yên netewî ve bimeşin."

Sûriye

MGKyê derbarê bipêşketinê li Sûriyeyê jî ragihand ku ew dê li ser piştgiriya xwe ya ji bo hewlên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo misogerkirina yekitî, yekparçeyî û aramiya wî welatî berdewam bin.

Her wiha hat tekezkirin ku Tirkiye dê li dijî her cure "êrîş û dagirkerî yên ku serweriya Sûriyeyê dikin armanc" û "çalakiyên cudaxwaz û têkder " raweste da ku Sûriye nekeve nava şerekî nû  û kaosê.

Îsraîl, Îran û Xeze

Di beşeke din a danezanê de, encamên siyasî û leşkerî yên aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de hatin nirxandin.

Bang li civaka navdewletî  hat kirin ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û li  Rojhilata Navîn bikeve nava liv û tevgerê.

Rûsya û Ukrayna

Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) ragihand ku wan di civînê de dilgiraniya xwe ji ber zêdebûna aloziyên di Şerê Rûsya-Ukraynayê de anîne ziman û dubare kiriye ku Tirkiye ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde amade ye ku her cure piştgiriyê bide.

Her wiha hat diyarkirin ku dê  têkoşîna li dijî  Cimaeta Gulen ku ew  weke FETO binav dikin jî  berdewam be.