Erdogan ji serokên Yekîtiya Ewropayê re nameyek derbarê Behra Spî de şand
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji serokên saziyên Yekîtiya Ewropayê re nameye şand û tê de behsa pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Behra Spî dike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nameya ji bilî Yûnan û Rêveberiya Qibrisê ji hemû endamên Yekîtiya Ewropayê re hat şandin de dibêje ku pêşxistina têkiliyên Tirkiye û Yeketiya Ewropayê ji bo welatî wî her tim mijareke girîng e û di heyama desthilatdariya AK Partiyê de ji bo pêvajoyê gelekî gav hatine avêtin.tin.
Erdogan destnîşan kir ku di têkiliyên Tirkiye-Yeketiya Ewropayê de ji 60 salî zêdetir ezmûneke dijwar hate ceribandin dû dibêje: “Di van demên dawîn de ji ber geşedanên li Behra Sipî têkiliyên me bi ceribandinên nû re rû bi rû ma. Ez dixwazim di vê nameyê de ji we re qala nêrîna Tirkiyeyê ya ji bo mijara Behra Sipî û pêşniyazên ji bo çareseriyê bikim. Du hedefên sereke yên polîtîkaya me ya Behra Sipî hene. Ya ewil ew e ku li Behra Sipî qadên destûrê li gor hiqûqa navneteweyî bi heqaniyet û dadwer were sînorkirin û maf û destûrên me yên li qada me werin parastin. Armanca me ya duyem jî ew e ku Tirkên Qubrisê wekî hevparê wekhew ên Girava Qibrisê werin dîtin, maf û berjewendiyên wan ên di çavkaniyên hîdrokarbonê de wekhev werin garantîkirin.
Di çarçoveya van hedefên me de Tirkiye dixwaze ku Behra Sipî bibe ciyekî hevkariyê ya wisa ku hemû alî hevkariyê dikin, çavkaniyên hîdrokarbonê bi heqaniyet û dadwer tê belavkirin, aştî û aramî didome. Çawa ku komir û pola bûn bingeha Yeketiya Ewropayê em dixwazin hîdrokarbon jî bibe bingeha çareseriya Qubrisê û Yeketiya Ewropaya mezin.”
Erdogan amaje bi wî yekê dike ku aloziya ku li Behra Spî ne welatî wî bûye sedem, lê bi gotina wî Yunan û Rêvebiriya Rûm a Qubrisê ye û dibêje: “Ji ber ku Yûnan û Rûm Tirkiye û Tirkên Qubrisê tune dihesibînin, bi tena serê xwe gavan davêjin, li gor xwe tevdigerin û tiştina çêdikin û ji ber ku YE jî ji sala 2003yan vir ve midaxaleyî vê yekê nake, loma ev rewş çêbûye. Beriya ku meseleya Qubrisê were çareserkirin Qubrisê kirin endamê YEyê.”
Di nameyê de Erdogan herwiha got, “Yûna û Rûman li dijî Tirkiye û Tirkên Qubrisê bi navê Foruma Xazê ya Rojhilatê Behra Spî mekanîzmayek ava kir, herwiha bi welatên herêmê re dijî Tirkiyê mekanîzmayên sê alî û çar alî ava kirin. Tirkiyê jî ji bo ku li Behra Spî hem mafên xwe hem mafên Tirkên Qubrisê biparêze, giranî da ser dîplomasiyê, lêbelê ji ber ku ji bangewaziya me ya diyalog û tevkariyê tu encam derneket, gavên xwe yên li qadê piştî ku 7 salan sekinî, di sala 2018an da avêt.”
Erdogan diyar kir ku Tirkiyê ji bo diyalogê amade ne wiha domand: “Ez bala we dikşînim ku me ji serî ve di vê çarçoveyê de piştgirî da hewlên cudakirina hêmanên asîman û behrê ya Sekreterê Giştî yê NATOyê yên ji bo kêmkirina rageşiyê. Ji aliyê din ve Tirkên Qubrîsê û Rumên Qubrîsê divê wek avakerên hevpar ên Komara Qubrîsê ya hilweşiya û xwediyên hevpar ên Giravê di mijara hîdrokarbonê de bi heqane parvekirina dahatê jî di nav da divê mekanîzmayeke hevkariyê tesîs bikin. Ji bo ku mekanîzmayeke hevkariyê ya hevpar a bi vî awayî bê avakirin hewce nake ku li benda çareserkirina mijara Qubrîsê bisekinin. Lewra herdu aliyên li Giravê jî li sehayên ruhsedê yên diyar kirine bi navbeynkariya kompaniyên neftê yên navneteweyî xebatan dikin. Divê tenê herdu gelên li Giravê bi hev re biryara berdewam an jî rawestana van çalakiyan bide. Herwiha ez wisa bawer dikim ku avakirina foruma hevkariya enerjiya berfireh a ku dê li Rojhilatê Behra Spî Tirkên Qubrîsê jî di nav de hemû aliyan bîne ba hev dê gelekî kêrhatî be. Tirkiye amade ye ku her cure piştgiriyê bide pêngavên ku dê di vî warî de bên avêtin.”
Serokomarê Tirkiyê ji bo van pêşniyarên xwe daxwaza piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropayê dike û dibêje: “Ev helwesta alîgir çareseriyê dijwar dike, rageşiyê zêde dike û zirarê dide têkiliyên Tirkiye-YEyê û berjewendiyên me yên hevpar ên di gelek waran de. Hêviya me ji YEyê ew e ku bêalî bimîne, hember herkesî wekhev tevbigere, piştgiriyê bide diyalog û hevkariyê. Heta pêngavên ku min li jorê gotin neyên avêtin ji Tirkiye û Tirkên Qubrîsê xwestina li Behra Spî rawestandina çalakiyên hîdrokarbonê daxwazeke neheq û bêdealet e.”
D beşeke din a nameya xwe de Erdogan dibêje: “Welatên Behra Spî bernameyên xwe yên hîdrokarbon û xebatên xwe bi lez û bez didomînin û li hemberî Tirkiyeyê jî yekîtiya wan a şer dewam dike, Tirkên Qubrisê tune tên hesibandin, Tirkiye li Rojhilatê Behra Spî welatê ku xwedî perava herî dirêje û bila tu kes li bendê nebe ku dê di nav sînorên ava xwe de bimîne. Ji bo gotûbêj û hevkariyê em her tim amade bûn. Me li hemberî wan daxwazên maksîmalîst ên dixwestin ji ser YEyê bidin qebûlkirin, serî netewand. Çavê me di heqê tu welatekî da tuneye. Lê me him heqê xwe û him jî wek welatê garantor heqên Tirkên Qubrisê parast û em ê biparêzin jî. Ji bo Rojhilatê Behra Spî çareseriyeke adil û aştiyene pêk anîn di berpirsyariya me hemûyan de ye.
Daxwaza me ya ji dil ew e ku bila şert û mercên Rêkevtina 18ê Adarê gorî wan rojan bê nûjenkirin û têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ji her aliyî vv û gorî berjewendiyên me yên hevpar gav bi gav pêşve biçe. Ez wisa bawer dikim ku rêya vê yekê jî ew e divê mirov hay ji wê koça dereqanûnî, terorîzm, bazirganî û gelek qadên din ên bi kêrî têkiliyên me tên û gelek girîng in hebe, ji bo vê armanca jî ez li benda piştevaniya we me.”