Li Şaredariya Antalyayê operasyoneke nû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyoneke din hat kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Komeleya Antalyasporê lêgerîn hat kirin û derbarê 20 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Heta niha 16 kes hatine desteserkirin.
Di operasyonên berê yên li ser şaredariyê de, qeyûm li ser Kanal Vyê ya hatibû danîn ku navenda wê li Antalyayê ye.
Operasyona ku îro serê sibehê dest pê kir li ser Komeleya Antalyasporê bû.
Hinek karsaz jî di lîsteyê de ne
Hat zanîn ku karsazê bi navê Bahattîn Ozkesemenê ku berpirsê Şirketa Antalyasporê ya Maden û Kolanê ye û karsaz Ramazan Karabulut jî di nav lîsteya kesên ku dê bên desteserkirin de hene.