Erdogan: Mijara Tilafer û Şingalê hestiyar e

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyona mîlîsên şîe ya li rojavayê Mûsilê de got, “Tilafer bajarekê tirkmenan e. eger Heşda Şeibî li wir terorê bike dê bersiva me cuda be.”

 

Tayyip Erdogan di dema resepsiyona 93emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

 

Li ser pirsa derbarê operasyona mîlîsên şîe ya li rojavayê Mûsilê, Erdogan daxuyand ku li gorî agahiyên wan Heşda Şeibî 80 kîlometreyan dûrê Mûsilê ne û ew bawer nake ku zêdetir pêşve herin.

 

Recep Teyyip Erdogan herwiha diyar kir ku mijara Tilaferê ji bo wan pir hestyar e û wiha got:

 

“Em bi germî pêşwaziya çûna mîlîsên şîe bo nav Tilaferê nakin. Heman awayî ji bo Şingalê jî germ nêzîk nabin. Min ji raydaran re eşkere got, Tilafer bi temamî bajarê tirkmenan e. nîvê wan şîe û nîvê din jî sûnnî ne. em hemûyan jî misliman dibînin. Lê eger Heşda Şeibî li vê derê terorê bike dê helwesta me û bersiva me cuda be.”

 

Hêjayê gotinê ye ku duh hêzên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kiribûn û heta danê nîvro 35 kîlometre pêşve çûbûn.