Abdullah Zeydan: Divê sîstema qeyûman bê rakirin û gavên demokratîk bên avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Zeydan li Strazburgê beşdarî civîna Konseya Ewropayê bû û diyar kir ku divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û sîstema qeyûman rake.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydanê ku li cihê wî qeyûm hatiye danîn li ser hesabê xwe yê Xê dîmen û peyam belav kirin.

Abdullah Zeydan da zanîn ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gavên demokratîk bên avêtin û biryarên Dadgeha Ewropayê yên girêdayî girtiyên siyasî bi lez bên pêkanîn.

“Saziyên navneteweyî jî ev rewş qebûl kiriye”

Abdullah Zeydan bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha axivî:

“Di serdemeke ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo hemû welatên endam derbas dibin de, bi israr nayên bicihanîn, em dibînin ku saziyên navneteweyî jî ev rewş qebûl kiriye û bi vî awayî berdewam dike.

Ligel rewşên neyînî jî li Tirkiyeyê derfetek çêbûye ku aştî û azadiya civakî pêk bê û aramiya herêmê zêdetir bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanê ku 26 sal in di tecrîdê de tê girtin wekî mizakerevanê sereke gavên girîng avêtine.

Ji bo ku pevçûn û şerê ku zêdeyî 40 sal in berdewam dike bi dawî bibe banga çekdanînê li PKKyê kiriye û gavên pêwîst yên bingeha çareseriyê ava kirine.

Li hemberî vê hewldana ku em wekî pêvajoya civaka aştî û demokratîk bi nav dikin divê dewlet jî gavên demokratîkbûnê biavêje û ev yek ji bo aştiyeke mayînde girîng e.

Di demokratîkbûnê de gaveke girîng a destpêkê jî bidawîkirina polîtîkayên qeyûman e.

Pêwîstî pê heye Tirkiye di warê rakirina îhtîrazên xwe yên li ser Şertnameya Xweseriya Birêvebiriyên Herêmî de gavan biavêje.”