Trajediya li Gebzeyê: Ji malbatekê 4 kes mirin, Dîlara sax filitî

Kocaelî (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê avahiyeke 7 qatî rûxiya û di encamê de 4 endamên malbatekê canê xwe ji dest da, keçeke wan jî bi saxî hat rizgarkirin.

Bûyer doh (30ê Çiriya Pêşîn) saet derdora 07:30an li Taxa Mevlanayê qewimî.

Avahiya 7 qatî ji ber sedemeke ku hêj nehatiye zanîn, ji nişka ve hilweşiya.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Malbateke 5 kesî di bin kavilan de ma

Di avahiya rûxiyayî de malbata Bîlîr a ji 5 kesan pêk dihat, di bin kavilan de ma.

Piştî xebatên 6 saetan, tîmên rizgarkirinê pêşî gihiştin termê Muhammed Emîr Bîlîrê 12 salî. Piştre jî termê Nîsa Bîlîrra 14 salî hat dîtin.

Dîlara Bîlîra 18 salî jî piştî çend saetan ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mehmet Aktaş li ser rizgarkirina Dîlarayê got:

“Me keça mezin a malbatê, Dîlaraya 18 salî bi saxî ji bin kavilan derxist. Têkilî pê re tê danîn û bi giştî rewşa wê baş e.”

Piştî xebatên 19 saetan, tîm gihiştin termê dê û bavê zarokan Emîne Bîlîr û Levent Bîlîr.

Hat zanîn ku dayika zarokan Emîne Bîlîr ji navçeya Kanîreşa Çewlîgê û bavê wan Levent Bîlîr jî ji bajarê Boluyê ye.

Cenazeyên kesên canê xwe ji dest daye dê îro li bajarê Boluyê bên veşartin.

"Rojek berê hişyarî hatibû dayîn"

Li gorî îdiayan, sedema rûxandina avahiyê dibe ku xebatên çêkirina metroyê be ku 100 metre nêzîkî avahiyê ye.

Niştecihên taxê ji ber vê yekê di nav tirsê de ne.

Cînarekî bi navê Husamettîn Garîp got, "Ji ber xebatên metroyê her tim zengezeng dihat û deng li malan olan dida."

Xwediyê dermanxaneya li bin avahiyê Ugur Aydin ragihand ku rojek beriya rûxanê zemîna dikanê 2-3 santîmetreyan rûniştiye û wî rayedar agahdar kirine lê jê re gotine ku "ti pirsgirêk nîne."

Birêvebirê avahiyeke cîranê avahiya rûxiyayî Orhan Erdagi jî got, "Me berê bihîstibû ku ji bo vê avahiyê hişyarî hatiye dayîn."

Li aliyê din, 9 avahiyên derdorê ji aliyê şaredariya Gebzeyê ve hatin mohrkirin û niştecihên wan hatin tehliyekirin.

Derbarê rûxandina avahiyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.