Erdogan û Heyeta Îmraliyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.

Civîna ku li Koşka Serokkomariyê hat kirin, saetekê ajot.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.

DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Heyeta me di hevdîtina ku nêzîkî saetekê ajot de, derbarê qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê û tiştên ku dê ji niha û pê ve bên kirin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.”