Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin

30-11-2018
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Daxwaza berdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş nehat qabûlkirin.

 

19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryara berdewamkirina girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş da.

 

Îro Sêşemê (30.11.2018) 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, daxwaza berdana Demîrtaş ku 2 sal in girtiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwestibû ku bê berdan red kir.

 

Ji parêzerên Selahattin Demirtaş, Ramazan Demir li ser hesabê xwe yê twitterê li ser biryara derbarê Demirtaş de diyar kir, tevî ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye, 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryar da ku Demirtaş girtî bimîne.

 

Demir destnîşan kir ku Dadgeha Enqerê weke sedema berdewamiya girtîna Demirtaş gotiye ku hêj biryara DMME tekez nebûye.

 

Parêzereke din a Demirtaş, Benan Molu jî eşkere kir, ji bo ku dadgeh biryara DMMEyê bi cih bîne, pêwîst nake ku biryar tekez bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst