Li dikanê bi nav hev ketin: Kuştiyek û 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, di pevçûna bi çekan a li dikaneke berberiyê de 7 kes birîndar bûn û paşê yek ji wan mir.
Doh bi şev li Taxa Barişê ya navçeya Seyhanê li dikaneke berberiyê di navbera du koman de pevçûna bi çekan derketibû.
Ayhan Bozateşê 37 salî yê ku di şer de giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin mir.
Hat diyarkirin ku tedawiya birîndarên din Eren Bîldîk (24), Abdullah Demîrtaş (40), Fatîh Eynalli (50), Arîf Dogan (44), Orhan Bozateş û Zulfu Dagoglu didome.
Xebatên polîsan ên ji bo girtina gumanbarên ku reviyane didomin.