Beyza bi mêvandarî çû cem hevalê xwe lê termê wê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Odunpazariyê ya parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyeyê kesek li mala ku lê bûbû mêvan bi mirîtî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, li Kolana Yeşîltepeyê ya Taxa Îstîklalê xwediyê malê hevala xwe Beyza Yavuza 37 salî ya ku bi mêvantî li cem wî dima bê liv û tevger dît.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û wan tesbît kir ku Beyza miriye.

Tîman termê Beyzayê ji bo otopsiyê û diyarkirina sedema mirina wê veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê.

Lêkolîna polîsan a li ser bûyerê berdewam dike.