Aylaya Dihokî: Min destê xwe da Papa, di dilê min de deriyek vebû

Stenbol (Rûdaw) - Papa Leoyê XIV. di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, piştî Îznîkê derbasî Stenbolê bû.

Papa li Stenbolê çû Mizgefta Sultan Ahmetê û çend cihên din ên olî û dîrokî, pişt re li Volkswagen Arenayê bi beşdariya hezaran kesan ayînek gerand.

Di ayînê de kelecana beşdaran hebû.

Di nava wan de malbateke ji Dihokê jî hebû ku şansê wan çêbû ji nêzîk ve Papa bibînin.

Ayla Roberta 10 salî û malbata wê ji gundê Sersingê yê devera Berwariyê ya Dihokê ne.

Ew wekî malbateke bijartî li ser navê cemaeta xwe tevlî ayînê bûn û bûn kesên herî nêzîkî Papa Leoyê XIV.

"Min destê xwe dayê, di dilê min de deriyek vebû"

Aylayê behsa kêliya dîtina Papa kir û got:

"Belê... Min destê xwe dayê û min jê re got ku ez gelekî bi kelecan im.

Min gelekî jê hez kir. Wî jî ji min re got dema ew zarok bûye, ew jî pir bi kelecan bûye.

Tiştên wisa ji min re gotin. Wisa di dilê min de deriyek vebû, hesteke wisa bû."

"Em gelekî kêfxweş in”

Bavê Aylayê, Robert jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

"Em gelekî kêfxweş in û spasiya Tirkiyeyê dikin ku ev 9 sal in em li vir dijîn û bi dîtina Papa jî em gelekî kêfxweş in."

"Kêliyeke hestyar e"

Papa Leo di roja sêyem a serdana xwe de, piştî hevdîtin û serdanên fermî li gel bi hezaran welatiyan li stadyumê civiya.

“Ji bo me gelekî girîng e”

Andrea Şansala ku beşdarî ayînê bûye, diyar kir ku ew bi xwe biyanî ye û 6 sal in li Tirkiyeyê dijî û got:

"Em niha kêliyeke gelekî hestyar dijîn. Ji bo me gelekî girîng e. Ez bi Misilmanekî re zewicî me û gelekî bextewar im ku li vir im."

Peder Claudio jî bal kişand ser wateya manewî ya rojê û got, "Wateya vê derê pir xweş û kûr e. Ji ber ku Îsa Mesîh teqez li vir e. Tiştê girîng ev e."

"Ez gelekî bi kelecan im”

Father Seraphim Kazadyê ji Kongoyê jî hestên xwe wiha anîn zimên:

"Ez gelekî bi kelecan im. Ew kesê ku li vir e, ew kes e ku em her behsa wî dikin. Min li Enqereyê ew nas kir û pîroz kir. Kesekî gelekî biaqil û baş e."

Serdana Papayê Vatîkanê ya 4 rojî ya li Tirkiyeyê îro diqede û ew dê derbasî Beyrûta paytexta Libnanê bibe.

Papa armanca serdana xwe wekî "ducarekirina yekîtiya Xiristiyanan û ragihandina peyama aştiyê" pênase kiribû.