Bo 11 siyasetvanên HDPê cezayê girtîgehê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo 11 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandaya rêxistina terorê” di navbera salekê heta 12 salan de cezayên girtîgehê hatin dayîn.
Doza ku bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistina terorê” li dijî 11 endam û rêveberên HDPê hatiye vekirin ku hevserokên berê yên wê partiyê yên bajarê Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de ne, duh Pêncşemê 29 Kanûna 2022an li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.
Heyeta dadgehê di 29mîn civîna dozê de biryara xwe ya li ser dozê eşkere kir û bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 12 sal û ji ber “propagandaya rêxistina terorê” jî 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da hevserokê berê yê bajarê Stenbolê yê HDPê Dogan Erbaş.
Dadgehê herwiha bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 7 sal û 6 meh da hevseroka din a berê ya HDPê ya Stenbolê Aysel Guzel.
Ji bo endamên Encûmena Bajarê Stenbolê yên HDPê Alî Îpeklî, ji endamtî û propgandaya rêxistinê cezayê 7 sal û 9 meh û 22 roj, bo Ayşe Karadag 10 sal û 6 meh, bo Fermez Erkan 9 sal, Muhîttîn Arsalanboga 6 sal û 3 meh, Suleyman Başer 6 sal û 3 meh, Suleyman Ozcan 9 sal û 9 meh û bo Kasim Oba jî 12 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
Dadgehê derbarê Endamê Encûmena HDPê yê Stenbolê Mehmet Tayîp Aslan di dozê de biryara beraeta wî da.