Par 56 milyon geştyar çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê ragihand ku par 56.7 milyon geştyar çûne serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de amarên derbarê  geştiyariya Tirkiye û Bakurê Kurdistan eşkere kirin.

Ersoy ragihand ku 2022yan 51.4 milyon geştyar çûne serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistan lê ew hejmar 2023yan bi rêjeya ji sedî 10 zêde bûye û gihiştiye 56.7 milyon geştyaran.

Mehmet Nurî Ersoy, sala 2023yan di warê geştyariyê de wekî sala rekorê bi nav kir û got ku armanca wan ew e hejmara geştiyaran îsal bibe 60 milyon.

Wezîrê Çand û Geştiyariya Tirkiyê da zanîn ku Rûsya bi 6.3 milyon geştyaran di rêza yekem de, Almanya bi 6.2 milyon geştyaran di rêza dûyem de û Brîtanya jî bi 3.8 milyon geştiyaran di rêza sêyem a wan welatan de cih digire ku herî zêde geştyarên wan çûne serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistan.

Herwiha Ersoy ragihand ku dahata sala 2022yan a geştyariyê 46.5 milyar dolar bû lê ew dahat 2023yan bûye 54.3 milyar dolar û got:

“Me bi vê yekê jî rekorek nû tomar kir. Armanca ma ew e îsal em bi 60 milyar dolarî rekorek nû tomar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst