Ozgur Ozel: Divê li Sûriyeyê mafên Kurdan di bin garantiya destûrê de bin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, di "Konferansa Aştî û Demokrasiya Civakî" ya ku li Stenbolê hat lidarxistin de axivî.
Ozel li ser gelek mijarên krîtîk ên wekî Pirsgirêka Kurdan, geşedanên li Sûriyeyê, tayînkirina qeyûman û krîza darazê çend peyam dan.
Ozel got, "Em tê dikoşin da ku vê carê ne emperyalîst, belkî mirovên vê axê bi ser bikevin."
"Pirsgirêka Kurdan barekî civakî yê giran e"
Ozgur Ozel bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya CHPyê ya di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de û diyar kir ku ev mijar barekî giran e ku nifş bi nifş tê hiştin.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozel got, "Ev mijar barekî civakî yê giran e ku bi dehan salan e tê tê hiştin.
Miletê me êdî dixwaze ji vî barî rizgar bibe, teror biqede û demokrasî rabe ser pêyan.
Em dixwazin vê pirsgirêkê li bin banê parlamentoyê, bi awayekî şefaf û bi wêrekî çareser bikin."
"Lêpirsînên li dijî şaredaran derbeyek e li dijî aştiyê"
Ozgur Ozel lêpirsînên ku di demên dawî de li dijî şaredaran hatine destpêkirin û tayînkirina qeyûman bi tundî rexne kir û dozên "Lihevkirina Bajêr" wekî "belgeya şermê" pênase kir.
Serokê CHPyê di berdewamiyê jî de wiha got:
"Îro em bi têgihiştineke wisa re rûbirû ne ku nûnertiya Kurdan a di meclisên şaredariyan de wekî sûc dibîne.
Cezayê ku li Şaredarê me yê Esenyurtê Ahmet Ozer hatiye birîn, girtina Resul Emrah Şahan û darizandina Ekrem Îmamoglu, li dijî aştiya Tirkiyeyê derbeyeke eşkere ye.
Ev serhişkî aştiya civakî sabote dike. Em dê tevî her cure provokasyonan jî di komîsyona li parlamentoyê de bimînin û parastina aştiyê bidomînin."
"Em wan gotinên ku Kurdan dikin hedef red dikin"
Ozgur Ozel behsa guherîna desthilatê ya li Sûriyeyê û rûdanên li ser sînor jî kir û diyar kir ku divê Tirkiye roleke avakar bigire ser xwe.
Serokê CHPyê destnîşan kir ku ew piştgiriya yekparçeyiya axa Sûriyeyê û jiyana hemû nasnameyan a di bin garantiya destûrê de dikin û wiha pê de çû:
"Tirkmen, Kurd û Erebên li Sûriyeyê hemû birayên me ne. Em wan gotinên xerabker ên ku Kurdan dikin hedef, rûmeta wan dişkînin û têgihiştina 'Kurd yanî terorîst e' ducare diafirînin, bi awayekî eşkere red dikin.
Aramî û bipêşketina Sûriyeyê dê ji bo Tirkiyeyê jî bibe qezenc.
Nûçeyên lihevkirinê yên ku ji Sûriyeyê tên kêfxweşker in lê divê ev pêvajo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê asteng neke, berevajî wê leztir bike."