Erdogan: Emê li navçeyên erdhejê 319 hezar yekeyên niştecihbûnê di salekê de ava bikin

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Dîlok Nûrdax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku ew dê li navçeyên erdhejê ji 650 hezar yekeyên niştecihbûnê 319 hezar ji wan di nava salekê de temam bikin û radestî welatiyan bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê 31ê Adara 2023an ligel Serokê Partiya Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Yeniden Refah Fatîh Erbakan, serdana  navçeya Nûrdax a Dîlokê  kir ku yek ji herêmên erdheja 6ê Sibatê bû.

Recep Tayîp Erdogan li Nûrdaxê beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê avakirina yekeyên niştecihbûnê yên li parêzgehên DÎlok û Kilîsê bû û derbarê jinûavakirina herêmên erdhejê û mijarên di rojevê de axivî.

Erdogan ragihand ku plana wan ew e  di nava salekê de li herêmên erdhejê bi giştî 650 hezar yekeyên niştecihbûnê ava bikin û got: “Armanca me ew e em 319 hezar ji van di nav salekê de ava bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê ameje bi wê yekê da ku 2.5 milyon welatî li navçeyên erdhejê û 2.5 milyon welatî jî li bajarên derveyî navçeyên erdhejê li navendên demkî yên hewandinê dimînin û got: “Em dixwazin demildest ew welatiyên ku malên xwe ji dest dane bigihînin malên wan. Ji ber vê jî me projeyên avakirina yekeyên niştecihbûnê piştî erdhejê  bilez dan destpêkirin.”

Erdogan da zanîn ku li hemû navçeyên erdhejê 894 hezar  yekeyên serbixwe yên li 313 hezar avahiyan an bi temamî hilweşiyane, an divê bilez bên hilweşandin an jî zerer û ziyanên navendî û giran dîtine.

Derbarê avakirina yekeyên niştecihbûnê û xaniyên li parêzgeha Dîlokê jî Serokkomarê Tirkiyê dibêje: “Li Dîlokê 29 hezar û 741 yekeyên niştecihbûn û 12 hezar û 607 xaniyên gundan tên avakirin. Em îro kevirê bingehîn ê 7 hezar û 87 ji van datînin.”

Erdogan ragihand ku wan heta niha li navçeyên erdhejê projeyên avakirina 67 hezar yekeyên niştecihbûnê dane destpêkirin û got: “Piştî qasek din bi danîna projeya  kevirê bingehîn ê 30 hezar yekeyên niştevihbûnê jî proseya avakirina wan jî destpêdike.”

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi hilbijartinên 14ê Gulanê jî da û got: “Li pêşiya me hilbijartinên 14ê gulanê hene. Em piştî ku bê qeza û bela ji van hilbijartinan derbas bibin em ê hemû wext û enerjiya xwe bidin avakirina Sedsala Tirkiyê.”

Recep Tayîp Erdogan rexne li opozîsyonê jî girtin û got: “Take soza opozîsyonê ew e ku Tirkiyê vegerîne rojên xwe yên berê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst