Soylu ragihand: Berpirsiyarê êrîşa ser ÎYÎ Partiyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku berpirsyarê êrîşa ÎYÎ Partiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hatiye girtin.

Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkarê êrîşa li dijî avahiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê hat girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje: “Polîsên Tirk digirin. Berpirsê êrîşa ku li Serokatiya Parêzgeha ÎYÎ Partiyê hat kirin hat girtin. Divê kesên berpirsiyar dema ku sûcdar dikin baldar bin. Karê me girtin e. Pişta xwe bidin Dewlet û Polîsê xwe. Hûn dê şermezar bin.”

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Stenbolê de hat destnîşankirin, hat tesbîtkirin guleya ku li avahiya Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya li Zeytînburnu ya Stenbolê ketiye ji çeka ku pasevanê înşaetê ji bo pêşîgirtina li hewldana diziyê, gule jê avêtiye hatiye.

Piştî bûyera êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya ÎYÎ Partiyê, Rêveberiya Asayîşa Stenbolê ji bo lêkolînê tîmeke taybet ava kiribû.

Wê tîma taybet di lêkolînên xwe de tesbît kir ku gule ji aliyê din ê cadeyê li dijî avahiya ÎYÎ Partiyê hatiye avêtin ku gule ji cama avahiyê derbas dibe û di kursiyeke avahiyê de asê dimîne.

Li gor Asayîşa Stenbolê, gule bi awayekî tesaduf ji çeka pasevanê avahiyekê yê bi navê M.E derketiye ku hewl daye rê li dizên bo ser avahiya ku diparêze, bigre.

Îro Înê 31ê Adara 2023an, li parêzgeha Stenbolê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîşeke bi çekê li dijî avahiya Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê çêbû.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag jî êrîşa li dijî Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya parêzgeha Stenbolê şermezar kir û diyar kir ku dê êrîş bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin.