Bahçelî bangî parlamentoyê kir: Ti wateya rawestînê nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoyê bangî parlamentoya Tirkiyeyê kir û got, “Divê qanûnên pêwîst bên derxistin, ti wateya rawestînê nîne.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji tv100ê li ser pêvajoyê daxuyanî dan.
Bahçelî diyar kir ku divê pêvajo were bilezkirin û bangî parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Devlet Bahçelî got ku divê siyaseta Tirkiyeyê derbasî zemîneke şefaftir û berpirsyartir bibe û got:
“Li vir siyasetê tiştê ku diket ser milê wê kir. Niha êdî dor dora gavên berçav e ku dê li parlamentoyê werin avêtin.
Çi mijara girtiyên nexweş û kal be, çi mijarên din bin divê dem neyê dirêjkirin û qanûnên pêwîst werin derxistin.”
Bahçelî hişyarî da ku eger pêvajo dirêj bibe, dibe ku aktorên navxwe û derve destwerdanê bikin û got:
“Eger dem dirêj bibe dê li dijî vê pêvajoyê pêkhateyên navxweyî û yên derve ranewestin.
Ti wateya rawestînê nîne.
Bi siyaseta nasnameyê û cudakariyên mezhebî mirov nagihîje ti derê.
Biserketiyê vê yekê nîne. Tişta esas ew e ku mirov xwe ji daxuyaniyên biêş û yên ku dê şikestinê zêde bikin bide alî.
Serokê MHPyê her wiha banga hestiyarî û sebirê kir û got, “Divê ev pêvajo bi sebir û hestiyariyê were meşandin.”
“Pêvajo xaleke şikestinê ya piralî ye”
Bahçelî pêvajo wekî xaleke şikestinê ya piralî nirxand û diyar kir ku divê mirov bi nêrîneke dîrokî li bûyeran binêre û wiha domand:
“Ev pêvajo ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye. Kêliyeke şikestinê ya piralî ye ku dê paşeroja Tirkiyeyê dîzayn bike.
Em mecbûr in ku li pirsgirêka PKKyê ne ji çarçoveyeke teng lê ji perspektîfeke dîrokî ve binêrin."
Bahçelî qala lîstikvanên navneteweyî jî kir û wiha axivî:
Pirsgirêka terorê tenê bi dînamîkên navxweyî nayê ravekirin. Her analîza ku bêyî dîtina bandora lîstikvanên herêmî û cîhanî yên derdora me were kirin, dê kêm bimîne.”
“Dê rehetî çêbibe”
Serokê MHPyê diyar kir ku divê pêvajo di bin banê parlamentoyê de bi gavên hiqûqî û demokratîk bi pêş ve biçe û got:
“Dema ku ev pirsgirêk hat çareserkirin dê ne tenê di qada ewlehiyê de her wiha ji aboriyê heta dîplomasiyê, ji aramiya civakî heta kapasîteya dewletê di qadeke berfireh de rehetbûnek çêbibe.”