Li Manîsayê zilamekî hevjîn, xezûr, xesû û bûrayê xwe kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Turgutluyê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê, zilamekî hevjîn, xezûr, xesû û bûrayê xwe kuştin.
Bûyer îro li Taxa Kabaçinarê ya navçeya Turgutluyê çêbû.
O.C.yê 28 salî çû mala xezûrê xwe.
Wî bi demançeyê hevjîna xwe S.N.C.ya 21 salî, xezûrê xwe M.G.yê 51 salî, xesûya xwe F.G.ya 41 salî û bûrayê xwe Y.C.G.yê 13 salî kuştin.
Hate zanîn ku O.C. û hevjîna wî di pêvajoya hevberdanê de bûn.
Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Kujer O.C. piştî kuştina wan 4 kesan reviya mala bavê xwe û li wir ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Tîmên tenduristiyê termên her 4 kesan piştî karên otopsiyê veguhastin morga Saziya Bijîşkiya Dadî.
Ji aliyê din ve hat zanîn ku dadgehê berê derbarê O.C. lêpirsîn dabû destpêkirin û ji bo hevjîna wî biryara parastinê ya mehekê dabû.