Pêvajoya aştiyê li Îmraliyê kûr dibe: Avahiya nû ya Ocalan amade ye
Enqere - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştrast kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan avahiyeke nû hatiye avakirin.
Bakirhan destnîşan kir ku divê nav û statuya vê avahiyê were zelalkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ev avahî wekî komplekseke mezin hatiye çêkirin ku tê de cihê hevdîtinan, ofîsa xebatê, pirtûkxane û qada werzişê hene.
Ocalan şertê 'statuya siyasî' danî
Her çi qas avahî amade be jî, jêdereke ji DEM Partiyê ji Rûdawê re ragihand ku heta statuya Abdullah Ocalan neyê diyarkirin, ew dê li cihê xwe yê berê bimîne.
Ocalan diyar kiriye ku heta statuya wî wekî "danûstandinkar" bi fermî neyê naskirin, ew amade nîne derbasî cihê nû bibe.
Ozturk Turkdogan: Mînaka Nelson Mandela li pêşiya me ye
Hevserokê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bal kişand ser mînakên cîhanî û got:
“Her dem mînaka Nelson Mandela tê bîra min. Mandela berî ku azad bibe, cihê wî hate guherandin û di nava şertên guncav de pêvajoya aştiyê birêve bir. Ez bawer dikim ku niha li vir jî heman tişt çêdibe.”
Taybetmendiyên avahiya nû
Li gorî hûrguliyên ku ketine destê Rûdawê, Ocalan di vê avahiya nû de dê bikaribe herî kêm 15 kanalên televîzyonê temaşe bike.
Her wiha dê girtiyên din ên li giravê wekî sekreterya car caran li gel wî bin.
Di beşeke din a kompleksê de jî dê pasewan û xebatkarekî tenduristiyê bimînin.
Meryem Agar: Geşedaneke ku her kes li bendê bû
Parêzera Komeleya Hiqûnasên Azad (OHD) Meryem Agarê jî diyar kir ku ev di pêvajoya çareseriyê de geşedaneke giring e.
Wê bi bîr anî ku sala 2014an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser binpêkirina mafên Ocalan biryarek dabû.
Hatîmogullari: Li Îmraliyê avahî hatiye çêkirin lê ya giring statuya Ocalan e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî piştrast kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan avahiyeke nû hatiye avakirin.
Hatîmogûllari got ku daxwaza wan a sereke ne tenê guherîna cihê fîzîkî ye lê divê statuya Ocalan wekî "serokê danûstandinkar" di çarçoveyeke yasayî û hiqûqî de were naskirin.