Nivîskarê Tirk Ahmet Nesin got: "Piştî girtiyên Doza Ergenekonê hatin berdan, Dewleta kûr a Tirk ji bilî HDPê hemû partiyên din li bin yek banî de kom kirine û dîsan dest bi kar kiriye."
Li gor Nesin, hemû parlamentarên ku parêzbendiya wan hatiye rakirin nayên darizandin û eger hinek ji wan bêne darizandin jî hemû ceza nastînin: "Bêhtir parlamentarên ji rojavayê Tirkiyê dê bên sizadan daku Erdogan karibe di hilbijartinekê de 14 parlamentarên jê re ji bo guherîna destûrê lazim in bistîne."
Nesin got, ne PKKê, lê Dewletê şer ji nû ve daye destpêkirin.
Ahmet Nesin bersiva pirsên Rûdawê da.
Bi nêrîna te mijara rakirina parêzbendiyê dê bigihe kû?
Di mijara parêzbendiyê de pêwîst e hemû demokrat bi hev re tevbigerin. Lê helwêsta Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê rê li vê pevrebûnê bigire. Min di nivîsareke xwe de jî got, Kilicdaroglu mecbûr e aşkera bike çima bi Serokerkanê Tirk re çayê vexwar, li ser çi peyivîn? Kê kî vexwende çayê?
Piştî girtiyên Doza Ergenekonê hatin berdan, Dewleta kûr a Tirk ji bilî HDPê hemû partiyên din li bin yek banî de kom kirine û dîsa dest bi kar kiriye.
Piştî rabûna parêzbendiyê, gelo hemû parlamentarên ku tohmet li ser wan hene dê bên darizandin?
Ne bawer im hemû parlamentarên ku parêzbendiya wan tê rakirin bêne darizandin û eger hinek ji wan bêne darizandin jî hemû ceza nastînin.
Zêdetir dê parlamentarên ji rojavayê Tirkiyê bêne sizadan daku Erdogan karibe di hilbijartinê de 14 parlamentarên jê re ji bo guherîna destûrê lazim in bistîne.
Eger parlamentarên HDPê bêne girtin, dê pêvajoyeke çawa li Tirkiyê destpê bike?
Eger HDPyî bêne girtin, wê demê demokrasiya ku ji xwe tune ye dê derbeya dawîn bixwe. Ev dawîn gava darbeya sivîl e ku min sala 2008ê behs kiribû. Bi serbestbûna derbekarên sivîl û hatina leşkeran bo ser serê wan, bihêz bûne. Bersiva pirsa pêvajoyeke çawa têde veşartî ye. Li cihê ku demokrasî nîne, şerê demokrasiyê çawa pêwîst be dê bi wî şêweyî bê kirin. Ev pêvajo dê tal be, lê rêyeke din jî nahêlin.
Hun serdana Serokomar Erdogan ya Rizeyê ligel serokên Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê çawa dinirxînî?
Erdogan derdikeve mîtingan, di destê wî de çend ta hene, li serê wan tayan kesin hene û Erdogan li gorî kêfa xwe bi wan dilîze. Niha jê were hunereke wî heye, lê dê bedeleke giran bide.
Bawer dikî piştî wênegirtina berpirsên dadweriyê bi Erdogan re HDPyî adilane bêne darizandin?
Tişta ji destpêkê ve adil nebûye, di dawiyê de jî nabe adil.
Eger parlamentarên HDPê bêne darizandin, rewşeke çawa dê li parêzgehên Kurd derkeve holê?
Naxwazim lê bifikirim jî. Pirs ew e ka demokratên [Tirk] dê çawa li vî şerî temaşe bikin. Tirkiye, ji avabûna xwe ve, yekem car e dikeve şerekî hewqasî mezin yê demokrasiyê. Hêvî dikim di nêzîktirîn dem de, em çareyekê jê re bibînin.
Eger 28 parlamentar bên darizandin û cezayên ji salekê bêhtir bidin wan, hilbijartinên pêşwext dê bên kirin...
Wekî min got, ev parlamentar dê ji rojava[yê Tirkiyê], cihên ku AKP li pêş e bên bijartin. Di van hilbijartinan de bar bêhtir dikeve ser pişta parlamentarên demokrat ên CHPê. CHP yan dê xwe bike demokrat an jî partiyeke sosyal demokrat ji nav xwe derxîne. Êdî wext nemaye xwe mijûl bike. Li Tirkiyê derfeteke din nemaye.
Bi nêrîna we, astenga li pêşiya serokatiya Erdogan bi rabûna parêzbendiyan rabû?
Na, ranebû. Em hê nizanin ka li Parlamentoyê, di dengdaneke nehênî de, dê çawa derbas bibe. Civîna dawî ya kabîneyê ev yek nîşan da: Endamên kevin ên AKP dê nekevin hilbijartinê. Dengdana nehênî rîskeke ciddî ye ji Erdogan re. Ji ber wê yekê, hilbijartina pêşwext jê re baştir e.
HDP, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê xeletî li kû kir?
Partiyeke ku yekem car e beşdarî hilbijartinan dibe û du caran benda ji sedî 10ê hilbijartinê derbas dike xeletî nekiriye.
HDP dikare rê li ber şer bigire?
Dema dewlet şer ragihîne, tu kes nikare wî şerî rawestîne. Lê her kes bila bizane ku ne PKKê, lê dewletê şerê vê dawiyê ragihand. PKKê hê jî xwe nexistiye rewşa şer.
Birayê te Ali Nesin gotibû: "Bi rakirina parêzbendiya parlamenteran, PKK jî, xendeq jî, teror jî rewa bûye. We ji gelê Kurd re got 'hun bê PKKê ne tu tişt in.' Herwiha êdî rûyê tu kesî nîne banga çekdanînê li PKKê bike." Tu jî wisa difikirî?
Dijî mentiqê ye ku berî aştî were çek deynî. Berê jî dema çek di dest de bû, bi meha şer sekinî, naxwe pirsgirêk ne çekdanîn yan nedanîn e. Pirs aştîxwazî ye. Li tu devera cîhanî nayê gotin dest ji çekê berde, were em aştiyê bikin. Ez mînakeke wiha nizanim.
PORTRE / Ahmet NESİN
Ahmet Nesin, sala1957ê li Stenbolê jidayîk bû. Bavê wî nivîskarê navdar ê Tirk Aziz Nesîn e. Dibistana navîn li Tirkiyê xwend. Piştî kudetaya 12ê Adarê çû Brîtanyayê. Sala 1977ê vegeriya Tirkiyê û ket nav rêxistina "Şerê Şorişger." Piştre dest bi rojnamevaniyê kir. Piştî darbeya 12ê Îlonê weşangerî kir. Rêvebirê Weqfa Aziz Nesin e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse