Buldan: Rêya desthilata we dê ji Rojava derbas nebe
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervin Buldan got "Ji vê derê ez dixwazim bang li tifaqa şer bikim; bêlesebep xwe mijûl nekin. Ji Rojava dê ji we re çîroka Ukraynayê dernakeve û dê dernekeve. Rêya desthilata we dê ji Rojava derbas nebe û hûn dê bi sernekevin. Yekser dev ji van armancên xwe berdin."
Hevseroka HDPê Pervin Buldan îro di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de axivî û destnîşankir desthilatdariyeke ku li ber windabûnê ye û çîroka wê ya siyasî li ber qedandinê, bi çareya dawî ya desthilatê zêdekirina zilm, zordarî û bêhiqûqî ye.
Buldan destnîşan kir ku hewldanên îtîfaqa AK Partî û MHPê yên dawî ne û wiha berdewam kir “her roj konser, şano, şahî, mîhrîcan, pîknîk û çalakiyên demokratîk ji aliyê dewletê ve bi awayekî kêfî û bêhiqûqî tên qedexekirin û dibêje “Ji têla saz, ji kevana kemanê, ji notayên piyanoyê, ji dengê hunermendan ditirsin, ji kombûna mirovan ditirsin. Gava ku mriov li hincetên wan dinêre her roj heman çîrok; ewlekariya giştî. Na. Rastiya ku ew vedişêrin bê ewlehiya sûc û pergalên rantê ne.”
Herwiha Buldan, diyar kir ku bi qedexeyan hewl didin bitirsînin û çi bê kirin jî dê muzîk, huner û stranên nayên bêdengkirin.
Buldan tekez kir ku ne çapemenî û ne jî medyaya civakî nikarin bên bêdengkirin û ji raya giştî re rastî nayê veşartin.
Pervin Buldan anî ziman ku hikûmet li pey plansaziyeke şer a nû ye û got, amadekariyên hilbijartinê bi tankan tên kirin.
Buldan, diyar kir di demeke ku aborî bûye cihê agir û gel ji bo debara xwe têdikoşine, li Sûriyeyê li pey şerekî nû nin.
Hevseroka HDPê wiha berdewam kir “Dema ku enflasyon û dolar bilind dibe, dibêjin 'Em êrîşî Sûriyeyê bikin, belkî em xwe xelas bikin'. Hesab ev e. Em dizanin ku ew têdikoşin û hewl didin ku dibêjin `Ma em dikarin hevgirtina demokratîk, civakî û çandî ya di navbera gelan de û avakirina rêveberiya demokratîk a li Rojava têk bidin, gelo Kurdan ji herêmê paqij bikin ji bo DAIŞê korîdarek çêbikin.` Ji vê derê ez dixwazim bang li tifaqa şer bikim; bêlesebep xwe mijûl nekin. Ji Rojava dê ji we re çîrok Ukraynayê dernakeve û dê dernekeve. Rêya desthilata we dê ji Rojava de derbas nebe û hûn dê bi sernekevin. Yekser dev ji van armancên xwe berdin.”
Buldan, anî ziman ku divê civak li dijî polîtîkayên şer helwesteke xurt û hevpar nîşan bide û bang li opozîsyonê jî kir “Bêdengiya li hemberê siyaseta şer tê wateya pejirandinê. Nekevin xefika îqtîdarê, netirsin ku ji sînorên ku îqtîdar destnîşan kirine derkevin û li dijî polîtîkayên şer derkevin.”