Tirkiye: Yekem keştiya genim a Ukraynayê sibe birêdikeve
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiye ragihand, dibe ku sibe yekem keştiya genim ji Ukraynayê birêbikeve.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiye Îbrahîm Kalin îro Yekşemê 31ê Temûza 2022ê di bernameyeke televîzyonî derbarê rêkeftina li ser veguhastina genim a li Stenbolê de axivî. Kalin amaje bi wê yekê da ku welatê wî berdewam di vî warî de ligel Ukraynayê di peywendiyê de û got “Keştî ji bo bicihştina bendera Odesa ama de ne. Dibe ku sibe yekem keştiya genim ji Ukraynayê birêbikeve.”
Îbrahîm Kalin herwiha “Mixabin şer berdewam e. Ukrayna dibêje me rêkeftin pesend kiriye, lê eger şer di warên cuda de tûnd bibe û dîl bên kuştin, rewş asteng dibe.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiye got jî: “Ji bo parastina veguhastina genim, dive bereyên din bi silametî bên hiştin. Divê em dûvçûnê bo qonaxa piştî vê bikin. Civînên ku serokên me pêkanîne gelek girîng in. eger rêkeftina şandina genim û dexlûdan serkeftî be, eger heye danûstandinên aşityê destpêbikin.”
Rûsya û Ukraynayê 22ê Temûza 2022ê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û tirkiye li bajarê Stenbolê rêkeftinek derbarê dûbare hinardekirina genim û dexlûdan îmzekiribûn, ku dikare krîza xorakê li cîhanê bi dawî bîne û bi milyonan kesan ji birçîbûnê biparêze.
Ji bo çareserkirina nakokiyan û piştrasbûna ji çêbûna her cor pirsgirêkeke di veguhastina genim de, 27ê Temûza 2022ê jî navendeke hevhangî û kontrolkirinê li Stenbolê hate damezrandin.