Li Deryaya Egeyê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê li nêzîkî navçeya Datçayê ya parêzgeha Muglayê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li Deryaya Egeyê erdhejekê rû daye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:45an çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.
AFADê ragihand ku 226 kîlometreyan dûrî navçeya Datçayê ya Muglayê ye kûrahiya erdhejê 8,45 kîlometre bûye.