Endamên komîsyonê yên CHPyê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - CHPyê ji bo komîsyona pêvajoyê ya parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe diyar kirin.

Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadehiyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye.

Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya parlamentoya Tirkiyeyê dê ji 51 parlamenteran pêk were.

Ji partiyan hatibû xwestin ku heta dawiya vê mehê endamên xwe diyar bikin.

Di komîsyona ku li gorî hejmara kursiyên li parlamentoyê hatiye avakirin de, para herî mezin dê ya AK Partiyê be.

AK Partî dê 21 parlamenteran bide komîsyonê.

Partiya sereke ya mixalefetê CHP dê bi 10 endaman di komîsyonê de cih bigire.

 DEM Partî û MHP jî dê her yek bi 4 parlamenteran bên temsîlkirin.

CHPyê ji bo vê komîsyona li parlamentoyê wekî endam 10 kes diyar kirine ku dê nûnertiya wê bikin.

Endamên CHPyê yên ji bo komîsyona pêvajoyê ev in:

“Zeynel Emre, Sezgîn Tanrikulu, Murat Emîr, Gokçe Gokçen, Okan Konuralp, Murat Bakan, Turkan Elçî, Sureyya Oneş Derîcî, Turan Taşkin Ozer û Oguz Kaan Salici”

Beriya niha DEM Partiyê û MHPyê jî endamên xwe ragihandibûn û tê çaverêkirin ku hefteya ewil a meha tebaxê komîsyon dest bi kar û xebatan bike.