Li Stenbolê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê erdhejeke bi hêza 3,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 13:36an çêbûye û hêza wê 3,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,91 kîlometre bûye.

Erdheja ku li Sîlîvriyê çêbû li navçeyên din Stenbolê jî hest pê hat kirin.