Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin li hev civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li hev civiyan.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Wezîr Fîdan, li wezaretê bi Guler û Kalin re civiya ye.
Di parvekirinê de wêneyekî hevdîtinê jî hat belavkirin.
Her wiha li ser naveroka civînê ti zanyarê nehatiye belavkirin.