Ji siyasetmedar û wezîrên berê 'Banga Aştiyê': Divê dewlet bi Kurdan re li hev were
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Demokrasiyê ya ku ji wezîrên berê, siyasetmedar û akademîsyenan pêk tê û navên wekî Ertugrul Yalçinbayir, Bahattîn Yucel, Huseyîn Çelîk, Haşîm Kiliç û Dogu Ergîl tê de cih digirin, daxuyaniya "Banga Aştiyê" belav kir.
Di bangê de hat gotin, "Pêşî divê em li welatê xwe, di nav xwe de aştiyê pêk bînin. Ev yek ne tenê bi devjêberdana rêxistinên ku bi çekan li çareseriyê digerin sînordar e.
Lê belê divê dewlet li gel hemû welatiyên xwe yên ku tên dûrxistin an jî xwe wekî dûrxistî dihesibînin, nemaze Kurdan, li hev were.
Bila em ji bîr nekin, em nikarin bi paşguhxistina demokrasî û hiqûqê bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bê teror."
Platforma Demokrasiyê ya ku meha Hezîranê daxuyaniya bi navê "Banga Edaletê" weşandibû, bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê "Banga Aştiyê" kir.
Daxuyaniya "Banga Aştiyê" ya Platforma Demokrasiyê ku tê de Alîkarê Serokwezîrê berê Ertugrul Yalçinbayir, wezîrên berê Bahattîn Yucel, Ertugrul Gunay, Hakan Tartan, Huseyîn Çelîk, Muslum Dogan, Serokê berê yê Dadgeha Destûra Bingehîn Haşîm Kiliç û Dogu Ergîl jî cih digirin, bi Tirkî û Îngilîzî hatiye amadekirin.
Di daxuyaniya ku 19 kesan îmze kiriye de, tê gotin ku cîhan, bi taybetî Rojhilata Navîn û Tirkiye ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi aştiyê heye.
“Bandora Tirkiyeyê kêm dibe”
Di daxuyaniyê de tê teqezkirin ku "Tirkiye her diçe di nav metirsiya zêdebûna alozî û tevlîheviya civakî de dijî û rêz û bandora wê ya li cîhanê kêm dibe.”
Her wiha hatiye destnîşankirin ku Tirkiye dikare bibe yek ji welatên herî bipêşketî û birûmet ên cîhanê û dikare tevkariyên girîng di aştiya herêmî û cîhanî de bike û hatiye gotin:
“Em dikarin vê tenê bi guhertina nêrîn, aso û gotinên xwe bikin.”
“Pêşî divê em aştiyê pêk bînin”
Dîsa hatiye destnîşankirin ku “hem faşîzma li Ewropayê bilind dibe” hem jî “radîkalîzma ku bi dijberiya Rojava ve tê xurtkirin” dikare bi pêkanîna aştiyê were astengkirin û hatiye gotin:
"Em dikarin vê bikin lê ji bo vê yekê şertek heye. Pêşî divê em li welatê xwe, di nav xwe de aştiyê pêk bînin.
Ev yek ne tenê bi devjêberdana rêxistinên ku bi çekan li çareseriyê digerin sînordar e lê divê dewlet li gel hemû welatiyên xwe yên ku tên dûrxistin an jî xwe wekî dûrxistî dihesibînin, nemaze Kurdan, li hev were.
Bila em ji bîr nekin, em bi paşguhxistina demokrasî û hiqûqê nikarin bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bê teror.”
Daxuyaniya Platforma Demokrasiyê wiha ye:
"Her sal 1ê Îlonê li seranserê cîhanê wekî 'Roja Aştiyê' tê pîrozkirin da ku girîngiya aştiyê were teqezkirin. Îro cîhan, nemaze herêma me û welatê me, ji her demê zêdetir hewcedarê aştiyê ne.
Egera veguherandina şerên germ ên li dora me di şerekî mezin û wêranker de gav bi gav zêde dibe. Tirkiye jî her ku diçe di nav metirsiya zêdebûna alozî û tevlîheviya civakî de dijî.
Rêz û bandora welatê me li cîhanê kêm dibe. Di civakê de hêviya aştî û ewlehiyê, hejmara mirovên ku bi hêvî li paşerojê dinêrin, nemaze ciwanan, kêm dibe.
Bêhêvîbûn û dilşikestineke mezin tê jiyîn. Mixabin, 'hêvî' û 'ewlehî' bûne têgehên ku bi şemalê li wan tê gerîn.
Lê belê, hemû van tiştan em dikarin bi hêsanî biguherînin. Tirkiye dikare bibe yek ji welatên herî pêşketî û birûmet ên cîhanê; dewlemend, bextewar, ewle û aştiyane.
Dikare tevkariyên girîng di aştiya herêmî û cîhanî de bike. Em dikarin vê tenê bi guhertina nêrîn, aso û gotinên xwe bikin.
Em dikarin bi dilpakî cihê du peyvan di zanebûn û wijdanê xwe de biguherînin û guherîneke ecêb bi dest bixin.
Em dikarin bi cihgirtina peyva 'aştî' li şûna peyva 'şer' beşdarî avakirina paşerojeke nû ji bo welat, herêm û cîhanê bibin.
Em xwediyê erdnîgariyeke bêhempa û dîrokeke kûr in. Tirkiye li ser xala pêwendiya sê parzemînan e, hem welatekî Balkanan, hem Rojhilata Navîn û hem jî Qefqasyayê ye.
Pêşketinên van demên dawî yên li herêma me, vê taybetmendiya welatê me û girîngiya vê taybetmendiyê bi zelalî derdixin holê.
Eşkere ye ku ev dîrok û erdnîgarî giraniyeke stratejîk a taybet û bêhempa dide me. Tirkiye niha divê bi hemû hêza xwe, vê giraniya xwe ji bo "aştiyê" li herêm û cîhanê bi kar bîne.
Tirkiye ji aliyê lihevanîn û anîna Ewropa û Rojhilata Navîn, bawerî û çandên cuda, pêkanîna ewlehiyê de xwedî cihekî ye ku kêm welat xwediyê wê ne.
Em mîrasgirên împaratoriyekê ne ku hem çanda Rojavayî û hem jî çanda Rojhilatî di şêwaza jiyana xwe de kiriye yek, baweriya Îslamê û Xirîstiyaniyê bi sedan salan bi hev re jiyaye, gelê kevneşopî û çandeke mezin e. Îro em dikarin civak û welatên ku bûne dijminê hev, ji hev ditirsin bînin cem hev.
Misilman û Xirîstiyan dibe ku ji hev dûr bin lê em wekî mîrasgirên çandeke împaratoriyê, hemûyan nas dikin û ji kevneşopiya jiyana bi hev re tên. Em Ewropayê nas dikin, Rojhilata Navîn nas dikin. Em hem Ewropî ne hem jî Asyayî ne.
Ji bo aştiyê, berpirsyarî û erkên me yên bêhempa hene ku em bigirin ser milê xwe. Em xwediyê potansiyel, kevneşopî û çandeke ku dikare tevkariyên mezin di aştiya herêmî û cîhanî de bike ne.
Em dikarin hem faşîzma ku li Ewropayê bi tirsa ji Îslamê bilind dibe, hem jî radîkalîzma ku bi dijberiya Rojava ve tê xurtkirin, bi pêkanîna aştiyê asteng bikin.
Em dikarin vê bikin lê ji bo vê yekê şertek heye. Pêşî divê em li welatê xwe, di nav xwe de aştiyê pêk bînin. Ev yek ne tenê bi devjêberdana rêxistinên ku bi çekan li çareseriyê digerin sînordar e lê belê divê dewlet bi hemû welatiyên xwe yên ku tên dûrxistin an jî xwe wekî dûrxistî dihesibînin, nemaze Kurdan, li hev were.
Bila em ji bîr nekin, em bi paşguhxistina demokrasî û hiqûqê nikarin bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bê teror.
Em behsa lihevanîna çand û ramanên cuda, bawerî û nêrînên cuda, yên ku hema hema bûne nefretkar û di navbera xwe de hatine dabeşkirin û jiyana wan bi wekhevî, ewlehî û refahê dikin.
Eger em karibin li ser bingeha bihêz a hiqûqa gerdûnî, aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin, eger em karibin vê rewşa neyartî û nefretê bi dawî bikin, em dê tevkariyê li aştiya cîhanî bikin û bibin yek ji welatên bihêz û birûmet ên cîhanê.
Em dikarin vê yekê tenê bi edaletê, bi rêzgirtina maf û azadiyên mirovan pêk bînin. Wekî ku di ‘Banga Edaletê’ ya ku Platforma me ya Demokrasiyê di destpêka Hezîranê de weşandibû hatibû gotin, 'Di hawîrdora aştiyê ya mayînde ya ku ji hêla edaletê ve tê peydakirin de, aborî pêş dikeve, berhemdarî, hilberîn zêde dibe, demokrasî sazûmanî dibe û em dikarin refahê berfireh bikin.'
Wê demê Tirkiye dikare bibe yek ji navendên balkêş ên cîhanê, em dikarin bibin stêrka qutbê ya erdnîgariyeke berfireh.
Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû mirovên welatê me heye: Di dilê xwe, mejiyê xwe û hemû gotinên xwe de, li şûna peyva 'şer', peyva 'aştî'yê bi cih bikin. Di bin ewlehiya hiqûqê û ronahiya edaletê de, pêşî di nav xwe de aştiyê ava bikin. Çavkaniyên xwe bi pêşîneyên ku dê aştî, xweza, hawîrdor, zanist û çandê pêş bixin binirxînin. Ji bo xwe û ji bo cîhanê, li paşerojeke aştiyane, ewle û pêşketîtir bifikirin. Ji axa împaratoriyeke mezin, welatekî mezin ê aştiyê biafirînin. Mîna çûkê Zîmran, baskên xwe dîsa vekin, bilind bibin. Ev mumkin e û tam dema wê ye. Bes ku em bawer bikin. 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be."
Navên ku daxuyanî îmze kiriye ev in:
Abdulbakî Erdogmuş, Alî Riza Çoban, Bahattîn Yucel, Beyhan Aslan, Dogu Ergîl, Erdal Turkkan, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayir, Fîgen Çalikuşu, Hakan Tartan, Haluk Ozdalga, Haşîm Kiliç, Helun Firat, Huseyîn Çelîk, Mehmet Altan, Sirri Ozbek, Muslum Dogan, Nesrîn Nas û Suat Kinkilioglu.