Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 93 salan parlamenterên jin ên Tirkiyê karîn bi laçka serê xwe ve beşdarî civîna civata giştî ya parlamentoyê bibin. BDP û MHPê piştgirî dan vê yekê lê CHPê bi tundî nerazîbûn nîşan da. Hikûmeta AKPê jî pêwaziya vê biryarê kir.
Ji roja avabûna Parlamentoya Tirkiyê yanê piştî 93 salan li Tirkiyê parlamenterên jin karîn bi laçka serê xwe derbasî nav parlamentoyê bibin û tevlî civînan bibin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro (31.10.2013) 4 parlamenterên jin ên AKPê yên bi navê Sevde Bayazit, Gonul Bekîn Şahkulubey, Nûrcan Dalbûdak û Gulay Samanci bi lakçên xwe çûn parlamentoyê ji aliyê parlamenterên din ên AKPê ve hatin pêşwazîkirin.
Ev bûyer rastî nerazîbûna Cîgirê Serokê Fraksyona CHPê Muharrem Înce hat. Înce diyar kir ku AKP tenê parastina mafên jinên bilaçik dike û yên din piştguh dixe û ji Erdogan re wiha got: “Tu dibêjî yên ku laçkê didin serê xwe xûşkên min in. wê demê yên laçkê nasin serê xwe xûşkên te ninin?...”
Lê MHP û BDPê piştgirî dan vê biryara parlameterên AKPê yên jin. MHPê diyar kir ku nabe mudaxeleya kincên jinan bê kirin. Cîgira Serokê Fraksyona BDPê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku mafê zilaman nîne li ser kincên jinan baxifin û divê jin bibin yek.
Ji aliyekî din, Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinç kêfxweşiya xwe anî ziman ku parlamenterên jin bi laçkên xwe ve çûne parlamentoyê û diyar kir, ev bûyer cara yekemîn e li Tirkiyê çêdibe û wiha got: “Lê hinekan hêvî dikir ku ji ber vê yekê alozî derkeve, lê ev hêvî vala derket û yên ku niha li dijî laçkê ne dê piştî sal û nîvekê li vir nemînin.”
Bi hêceta ku rêjîma Tirkiyê rêjîmek laîk e, ketina jinên bilaçik di sazî û navendên fermî yên dewletê de hatibû qedexekirin lê bi piştî ku AKP bi serokatiya Receb Tayîb Erdogan desthilat xist destê xwe, rewş hat guhertin û qedexeya laçikê hat rakirin.
Sala 1999an, Parlamentera wê demê ya Partiya Saadetê bi navê Merve Kavakçî, xwest bi laçkê ve sond bixwe lê ji aliyê Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît û Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel ve hat astengkirin.
Parlamentoya Tirkiyê ku wek Meclisa Mezin a Milletê Tirkiyê (TBMM) tê binavkirin, roja 23ê Nîsana 1920an ji aliyê Mistefa Kemal Ataturk ve hat avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse