ROJEVA TIRKIYÊ - Rêya nû ya Hevrişmê ji Çînê heta Brîtanyayê
Stenbol (Rûdaw) – Mijara ku rojname û medyaya Tirkiye îro 31-10-2017ê zêdetir eleqe pê didin, rêya nû ya Hevrişimê ye. Xeta trenê ya ku dê ji Çînê dest pê dike û heta Ewropa dirêj dibe, beşa wê ya Tirkiye, Gurcîstan, Azerbeycan, Kazakistan û Ozbekistanê qediya û kete meriyetê.
Di rojevê de radestkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di rêza duyemîn de bûye manşet. Herwiha dest ji kar kişandina şaredarên Ak Partiyê û kirîna mûşekên Rûsî jî xalên giring ên rojeva Tirkiyê ne.
Rêya nû ya Hevrişmê
Serkomarê Tirkiye Erdogan jî bi tevî serokdewletên Gurcîstan, Azerbeycan, Kazakistan û Ozbekistanê, beşdarî merasîma vekirina wê xetê bû.
Xeta trêne weke xeta herî dirêj ya cîhanê tê nîşandan û ew xet bi ser Tirkiye ve derbasî Ewropayê dibe û heta Londonê jî diçe. Ew xet weke Rêya Hevrişmê ya serdemê tê nîşandan. Beşek mezin ji rojnameyên Tirkiye jî ew mijar kirine manşeta laperên xwe
Manşetên Rojnameyan
Sabah: Sê welat yek dil û serfiraziyek hevpar
Gava dîrokî ji bo rêya hevrişmê ya nu. Xeta Baku-Tiflis û Qersê kete xizmeta welatan.
Kiteyên Rêya Nû: 829 hezar kîlometre dirêjiya wê
Salane milyonek rêwî û 6.5 milyon ton barhilgirî
Star: Ji Rojhilat heta rojava Rêya Şaristaniyê
Xelk, çand û cografya pişti rêya bejayî, vêcarê jî bi saya projeya sedsalê digihîjin hev.
Milliyet: Projeya sed salê
Turkiye: Xeta trênê ya cîhan nû
Xeta trênê ya Baku-Tiflîs û Qersê ku beriya 9 salan temelê wê hatibû danîn kete meriyetê û trêna yekem kete rê. Ew xet rêya hevrişmê nûjen dike.
Haber Turk: Pira Hevrişmê
Haber Turk jî li ser rêya trenê rawestiya ye û ew mijar weke manşet jî pêşkêş kiriye.
Hurriyet: Kêliya Dîrokî
Rojnameya Hurriyetê jî dîsa li ser vekirina rêya trenê manşeta xwe danî ye.
Karar: Rêya Hevrişmê Meqes Guhert
Nûçeyên li ser Herêma Kurdistanê
Nûçeyekî rojnameya Starê jî di derbarê serokatiya herêma Kurdistanê de ye.
Rojname dibêje; “Piştî ku Mesûd Barzanî pêywirên xwe radestê parlementoyê kir, li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê pêşbirka serokatiyê jî dest pê kir û 3 nav derdikevin pêş. Mesrûr Barzanî bi çalakiyên kuçeyan mixalefetê dixe binê fişaran, Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên kurd re civînên veşartî lidardixe. Herwiha Emerîka jî dixwaze Kosret Resûl bibe serokê nû.”
“Qumar Lîst û Wenda Kir”
Rojnameya Turkiye di derbarê nameya Mesûd Barzanî de jî nûçeyek belav kiriye.
Rojname dibêje; “Mesud Barzanî bi pêkanîna referandûmê qumar lîstiye û wenda kiriye.”
Her wiha li gorî rojnameyê ragêşiya li herêmê mezin bûye, li Zaxoyê avahî hatine şewitandin.
Haber Turk: Şerê Deriyan
Di vê rojnameyê de di derbarê deriyên sînorî de jî nuçeyek cîh digire. Wiha dibê ew nûçe: Ji 3 deriyên li İraqê ku yek di destê DYA, yek di destê PKKê de bû du heb ketin destê arteşa İraqê.
Kaos-Ovakoy
Li ser rojnameya Yenî Şafakê nûçeya di derbarê Başûrê Kurdistanê û deriyê Ovakoyê de jî wiha ye: “Barzanî, bajarên Bakurê Iraqê arasteyî nava nezelaliyeke aborî û siyasî kir li dû xwe kaos hişt. Rûdawê heta şefaqê bang li xelkê kir ku derkevin kolanan. Pêşmergeyan bi çekên xwe êrîşî parlemenê kirin. Avahiyên partiyan hatin şewitandin. Alîgirên Barzanî li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Zaxoyê bayê terorî gerandin.”
Îstifakirina şaredaran
Li ser Tv û rojnameyen Tirkiye mijara yek ji mijarên ku herî zêde derket pêş jî destjikar kişandina şaredarên Ak Partiyê ye.
Piştî dest ji kar berdana şaredarên Stenbol, Enqere û Bûrsayê vê carê dor hate şaredarê Balikesîrê. Şaredarê wî bajarî Ahmet Edîp Ûgur bi preskonferansekê îstifakirina xwe eşkre kir. Ugur da zanîn ku gef û tehdît ji malbata wî hatine xwerin, malbata wî ketiye binê fişaran û tekane rê ji wî re hatiye hiştin ku ew jî îstifa ye. Ugur di heman demê de ji partiya xwe jî îstifa kir.
Bîrgun: Îtirafa wê yekê ku ‘Gef li malbata min hatin xwarin’
Sozcu: Got ‘Gef li min hatine xwarin’ giriya û çû
Guvaşên li ser kirîna mûşekan
Danûstandinên Tirkiye yên bi Rûsyayê re ku tê xwestin S400 bêne kirîn, ji alî NATO û Amerikayê ve tê rexnekirin.
Beriya çend rojan NATO daxuyandibû ku wê tirkiye bi encamên vê kirînê ve rûbirû bimîne. Herwiha ji Emerîkayê jî gaveke nû heye. DYA dixwaze companiyên Rûsî ên ku wan çekan çêdike têxe lîsteya reş.
Yenî Şafak: Wê kî te bixe Lîsteya Reş
Li gorî vê rojnameyê Amerîka ji bo ku rêgiriyê li hewlên Tirkiye yên ji bo ewlehiya xwe bigire kertika xwe ya dawî bikar tîne. Amadehî tê kirin ku companiyên afirandina S400an dikin têxe Lîsteya Reş. Bi vî awayî li hemberî Tirkiye jî wê fişar û guşarên nû têkvin rojevê.
Opearsyona li hemberî DAIŞê
Operasyonên ku li 9 bajaran li hemberî DAIŞê destpêkiribûn berdewam dikin. Heta niha nêzikî 200 kes hatiye desteserkirin.
Di vê navberê de kiteyên operasyonê jî zelal dibin. Du endamên DAIŞê ên ku bi seyareyeke bombekiri hatibûn girtin, li Miduriyeta Ewlehiya Stenbolê têne ragirtin. Ew herdû kes beriya ku bêne girtin li ser firinên bombekirî xebitîne û 4 firinên biçûk ên ku bombe têde hatine bi cîkirin li molekê teslîmî cihê ku tiştên emanet têne ragirtin kirine.
Vatan: Plana xayîn ya bi firina biçûk
Dozên Rojnamegeran
Cumhuriyet: Ezmûna dadê
Li Stenbolê dozeke din ya rojnamegerên girtî birêve diçe. Xebatkarên rojnameya Cumhuryetê ku zêdeyî salekê ye girtî ne îro 4mîn car derdikevin ber dadgehê. Gelek saziyên rojnamegerî yên cîhanê jî dozê dişopînin.
Xwendekarên Girtî
Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, Wezareta Dadê ragihandiye ku di girtîgehên Tirkiye de 70 hezar xwendekar têne ragirtin. Hejmara xwendekarên ku têne darizandin zêdeyî 100 hezarî ye. Di girtîgehan de jî derfet bo wan nîn in ku karibin ji dersên xwe bixebitin.
Parlamenterê HDPê nebirine nexweşxaneyê
Li gorî agahiyên ku HDP radigihîne parlementerê wan yê Şirnexê bi hinceta ku kelepçe red kiriye bo nexweşxaneyê nehatiye veguhestin. HDP bi daxwaza ku serokwezîr bibersivîne daxwaznameyek ji serokwezaretiyê re şandiye.
Dozên rêxistina FETO
Li gorî agahiyên ku wezareta dadê ragihandiye, di çarçoveya dozên ku li hemberî layengirên Fethûllah Gulen didomin. Heta niha di 15 dozan de ji bo 257 kesan cezayê muebetê anku heta hetayê hatiye sepandin.
Ozgurlukçu Demokrasî: Vaye mîzanen, vaye rastî
Dîmenên ku di dema pêvçûnên li Sûra Amedê hatibûn belavkirin mîzansen derketin. Wê demê ji bo wan kesan hatibû gotin ku ew teslîm bûne lê derket holê ku ew dîmen sexte ne û ew a ku hatiye kirin jî mîzansenekbûye.
Çalakiyên bo Ocalan
Çalakiyên ku ji bo gumanên li ser rewşa Ocalan hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Li stenbolê nexşerêyek hate ragihandin da ku wê du hefteyan li vî bajarê çalakiyên cûrbecûr bêne lidarxistin.
Azadiya Welat: Sibe dereng e, îro dem e
Rojnameya Azadiya Welat jî bal kişandiye ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û diyar dike, tecrîda ser Ocalan berdewam dike û divê ji bo zanîna rewşa wî hewldan zêdetir bibin.