Soylu: Ti kesekî nikarîbû ji me re bêje ev der Kurdistan e
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu rexneyên tund li Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener girtin ku bersiva Cemil Taşkesen nedaye ku gotibû “Ev der Kurdistan e”, dema ku Akşnere serdana parêzgeha Sêrtê kiribû. Suleyman Soylu dibêje di serdanên wî yên bo Bakurê Kurdistanê de heta niha ti kesekî nekariye jê re bibêje “ev der filan cih e yan jî ev der Kurdistan e.”
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû û di dema serdana esnafan de welatiyê Kurd ê bi navê Cemil Taşkesên ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duh li parêzgeha Tokatê di civîna şewrê ya AK Partiyê de, rexne li Meral Akşener kir bu rêdaye axavtina Cemil Taşkesen.
Suleyman Soylu anî ziman ku di rojên dawiya heftiyê de dema ku wî serdana parêzgehên Colemêrg û Dêrsimê kir, çûye nava welatiyan, di dema vegerê de ti kesekî tiliya xwe li wî bilind nekir û nikarîbû bêjin ev der filan cihe yan jî ev der Kurdistan e.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Meral xanim diçe Sêrtê. Li wê derê jê re dibêjin; Tu çima hatiye vê derê? Ev der Kurdistan e?! Baş e min tiştekî xirab negotiye, min got tu 6-7 mehan wezîra navxwe bûyî. Ew serdem baş tê bîra min, Wezîra Navxwe ya stajyer bûyî. Vêca li wir giliyê min dike û dibêje wezîrê navxwe wiha ji min re got. Tu hostayî, tu hosteya semakirinê yî di navbera PKK û HDPê de. Dengê xwe dernaxî. Nikarî bibêjî ji ber yekîtiya vî welatî çawa axaftineke wiha dikî? Nikarî bibêjî tu çawa wiha tevdigerî? Herwek çawa nikarî ji wan balyozan re bibêjî sînorê xwe bizanin, bi heman awayî doh li beramber wî kesê êrîşî yekîtiya vî welatî kir, lal bûyî lal! Bêdeng bûyî û nikarî tiştekî bibêjî, çima? Hesabê hevpeymaniyekê dikî bo sala 2023ê."