Ahmet Davutoglu û Elî Bapîr li Enqereyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Davutoglu, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê Giştî yê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr û şandeya pê re civiya.

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Ahmet Davutoglu di daxuyaniyê de got:

“Beriya serdana xwe ya herêmê ya ji bo Foruma MEPS 2025an ku ez dê 18ê Çiriya Paşîn li Dihokê beşdar bibim û axaftinekê bikim, em li Navenda xwe ya Giştî bi Serokê Giştî yê Partiya Komela Dadgeriya Kurdistanê Rêzdar Elî Bapîr û şandeya pê re civiyan.

Me derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê û aliyên herêmî yên pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a ku tê meşandin de bi awayekî berfireh nêrîn û ramanên xwe gotûbêj kirin.”