Li Sakaryayê 3 welatiyên Îraqê bi tohmeta DAIŞê hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê 3 welatiyên Îraqê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin û piştî kar û barên yasayî hatin girtin.
Tîmên dijî terorê yên Sakaryayê, bi hevkariya Serdozgeriya Komarê dest bi operasyonekê kir.
Di encama operasyonê de li navçeya Adapazariyê 3 kesên ku tê îdiakirin berê di nava DAIŞê de çalak bûn, hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku her 3 welatiyên Îraqê piştî kar û barên yasayî yên li emniyet û dadgehê, bi biryara dadgehê hatin girtin.