Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinek kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Abdullah Ocalanê ku li Girava Îmraliyê girtî ye, bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.
Daxuyaniya derbarê hevdîtinê ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hat dayîn.
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de ev tişt hatin gotin:
"Birêz Abdullah Ocalanê ku li Girava Îmraliyê tê girtin, îro (31ê Çiriya Pêşîn a 2025an) bi endamên malbata xwe Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtina malbatê pêk aniye."
Abdullah Ocalanê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, herî dawî 27ê Tîrmehê bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû.