Xercên pasaport, ehliyet û derketina derveyî welat ên 2026an diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê bi diyarkirina rêjeya jinûvenirxandinê ya wekî ji sedî 18,95, xercên 2026an ên ehliyet, pasaport û derketina derveyî welat hatin eşkerekirin.

Bi Biryara Serokkomarê Tirkiyeyê, rêjeya jinûvenirxandinê ya ku dê sala nû li ser bac û xercan bê sepandin hat guhertin.

Biryar hat dayîn ku ev rêje li şûna ji sedî 25,49, wekî ji sedî 18,95 bê sepandin.

Xerca derketina derveyî welat

Bi vê zêdekirinê re, "xerca derketina derveyî welat" (xerca pûlan) ku hezar lîre bû, dê 2026an derkeve hezar û 190 lîreyan.

Xercên ehliyetê

Xerca ehliyeta Byê ya ku ji bo şofêrên otomobîl, minîbus û kamyonetan tê bikaranîn, ji 5 hezar û 678 lîreyan derket 6 hezar û 754 lîreyan.

Xerca ehliyeta Ayê jî ji hezar û 883 lîreyan derket 2 hezar û 240 lîreyî.

Her wiha xerca kaxezê ya bihagiran a ku dema wergirtina ehliyetê tê dayîn, ji hezar û 420 lîreyan derket hezar û 689 lîreyan.

Bihayên pasaportan

Bi bikaranîna desthilata daxistinê ya Serokkomar, xercên pasaportan jî wiha hatin diyarkirin:

Pasaporta 6 mehî: 2 hezar û 806 lîre (Bihayê berê: 2.359 lîre)

Pasaporta salekî: 4 hezar û 101 lîre (Bihayê berê: 3.448 lîre)

Pasaporta 2 salî: 6 hezar û 698 lîre (Bihayê berê: 5.631 lîre)

Pasaporta 3 salî: 9 hezar û 516 lîre (Bihayê berê: 8.000 lîre)

Ji 3 salan zêdetir: 13 hezar û 410 lîre (Bihayê berê: 11.274 lîre)