Helo Kurdistan li Mako

Helo Kurdistan li Mako

Bernameya Helo Kurdistan berê xwe dide bajarê Mako li Rojhilatê Kurdistanê, û dîrok, çand, û taybetmendiyên herêma Mako dide nasîn, û rewş û jiyana xelkê wê gotûbêj dike.

Mîvanê vê xeleka bernameya Helo Kurdistan lêkoler Behroz Şûcaî ye.

Behroz Şûcaî di sala 1970î de li Xoyê li Rojhilatê Kurdistanêji dayik bûye, û xwendina xwe ya bilind li zanîngehên welatê Siwêdê di beşê Rojhilatnasiyê de qedandiye, û ana jî ew xwendakarê mastera Diktorayê ye li ser zimanê Kurdî ye. 

Behroz Şûcaî salekê mamustayê dîroka zimanên Îranî û Kurdî li zanîngeha Obsala li welatê Siwêdê bûye, û 3 salan jî li zanîngeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, û 5 salan jî li zanîngeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê mamustayetî kiriye, û ew xwedî gelek nivîs û lêkolîn û gotarane. 

Pruducer û pêşkêşkar: Imer Kalo