Belgefilima Siyasetmedar Reşîd Hemo

Belgefilima Siyasetmedar Reşîd Hemo

Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê yê navdar Reşîd Hemo (Bavê Qedrî) di sala 1925an de li gundê Hobka li nahiya Raco ya herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. 

Di roja 15ê meha Gulana sala 2009an de, siyasetmedarê koçkirî Reşîd Hemo li gundê wî Hobka li nahiya Raco li herêma Efrînê, bi dengê tomarkirî li ser jiyana xwe axifî bû, lê heta niha ew dengkirina wî nehatiye belav kirin, û ev yekem care ku di radio Rûdaw de tê belav kirin, û ew li ser jiyana xwe ya kesayetî û siyasî, weha ji zaroktiya xwe de dest pê dike û diaxife.

Di sala 1951an de, Reşîd Hemo li gel hin hevalên xwe Komeleyeke Rewşenbîrî li Efrînê avakiribûn, û çalakiyên rewşenbîrî çê dikirin, di pişt re hikûmeta Sûriyê komeleya wan girtibû, û Reşîd Hemo û hevalên wî, demekê ew xistibûn zindanê. 

Di sala 1952an de, Reşîd Hemo li bajarê Helebê di riya kesayetiya ji Kobanî Mihemed Salih Xano re tevlî Partiya Komanîst ya Sûriyê bibû, û di nava wê partiyê de xebitî bû, ta ku di sala 1954an de bibû kandîdê wê partiyê di hilbijartinên perlemana Sûriyê de. 

Di pişr re, û ji ber hin nakokiyan û raperîna hastên netewî yên kurdî li Kurdistana Sûriyê, Reşîd Hemo di sala 1955an de dev ji Partiya Komonîst ya Sûriyê berdabû.
Li ser bandor û rola liv û tevgera rewşenbîrî di salên 50î de, di derbarê raperîna hastên neteweyî de li Kurdistana Sûriyê, Reşîd Hemo diaxife û dibêje, ku wê demê hikûmetên Sûriyê weşana rojname û kovarên kurdî qedexe nedikirin, lê Partiya Konosît ew qedexe dikirin.

Reşîd Hemo dibêje, ku gihişte wê radeyeyê ku Partiya Komonîsta Sûriyê dadgehekê ji bo dadgehkirina wî û hevalên wî li ser guhdan û giringîdana wan bo bidestxistina mafên neteweyî ji bo kurdan, û li dawiyê ji ber wê sedemê, wî û komek hevalên xwe bi carekê de dev ji Partiya komonîst ya Sûriyê berdabûn.
Siyasetmedarê koçkirî Reşîd Hemo li ser qonaxa piştî serxwebûna welatê Sûriyê dibêje, ku ew dema kudetayan bû heta sala 1954an, ku hinekî rewş xweş bibû, lê di wê demê de Partiya Komonîst bi hêz bû, ango rêbaz û ramanên çep di nava xelkê de cihê xwe girtibûn.

Reşîd Hemo dibêje ku pêş damezrandina yekemîn partiya kurd li Kurdistana Sûriyê, gelek komeleyên kurdî hebûn, ku ew bûn sedema raperîna hastên neteweyî yên Kurd û damezrandina yekemîn partiya kurd li Kurdistana Sûriyê.  

Reşîd Hemo yek ji heft damezirînerên serekeye ji yekemîn partiya kurd re, ya bi navê Partiya Demoqrata Kurdistanê li Sûriyê li Kurdistana Sûriyê ye, ya ku di Hizêrana sala 1957an de hatibû damezirandin. 

Ji destpêka damezirandina wê partiyê de, Reşîd Hemo yek ji damezrîneran û endamê komîteya navedî ya Partiya Demoqrata Kurdistanê li Sûriyê bû, û dibêje ew her 7 kesên ku di civîna yekem de beşdar bibûn, ew damezrînerin. 

Herweha Reşdî Hemo dibêje, ku raman û destpêşxeriya damezrandina yekem partiya kurd li kurdistana Sûriyê, ya Osman Sebrî bû, ku pêş çend salan Osman Sebrî bi wê yekê de mijûl bibû.

Reşîd Hemo di wê demê de gellek caran ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, lê tu carî dev ji xebata xwe ya siyasî bernedabû. 
Piştî perçebûna wê partiyê di sala 1965an de, wî xebata xwe bi aliyê Rast re berdewam kiribû, û di sala 1970î de li kongireyê Nawberdanê li Başûrê Kurdistanê amede bibû, yê ku ji bo yekbûna wê partiya kurd li Sûriyê bi vexwendin û serpereştiya Melle Mustefa Barzanî hatibû lidaxistin.
Piştî bidawîhatina kongireyê Nawberdanê û yekxistina herdu perçeyên yekemîn Partiya Demoqrata Kurdistana Sûriyê, Mele Mistefa Barzanî biryar dabû ku hin serkirdeyên wê partiyê venegerin Kurdistana Sûriyê, û Reşîd Hemo û Ebdilhemîd Derwîş jî li cem wî bimînin, ta ku ew venegerin û probleman ji partiya xwe ya yekbûyî re dernexînin.   

Reşîd Hemo derdora heft mehan li Başûrê kurdistanê û Bexdadê û li cem Melle Mustefa Barzanî mabû, û wek serokê komîteya sernivîsera kovara Kadir li Bexdadê ji aliyê Melle Mustefa Barzanî ve hatibû erkdar kirin û xebitî bû. 
Reşîd Hemo li welatên Sûriyê û Libnanê û Turkiyê û Iraqê û Rûsiya geriyabû, û di sala 1993an de dev ji xebata siyasî berdabû, ew di wê demê de endamê polîtbîroya Partiya Demoqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû. 

Di roja 17ê meha 12an - Berçilleyê sala 2010an de, Reşîd Hemo di bûyereke çûnûhatinê de li ser riya Rodko ya di navbera Qamişlo û Helebê de, li nêzîkî bajarokê Til Temir, di temenê xwe yê 85 salî de jiyana xwe ji dest dabû, û di roja 19ê wê mehê de jî, ew li gundê wî Hobka li nahiya Raco li herêma Efrînê hatibû binax kirin.

Amedekirin û xwendin: Omar Kalo