Wê kî hesabê karesata Kobanî bide?

Wê kî hesabê karesata Kobanî bide?
Wê kî hesabê karesata Kobanî bide?


- Kobaniya Berazan, ev nêzîkî 20 rojane ku rastî êrîşên DAIŞ tê, hema bêjin hemû gundên wê ji aliyê wê rêxsitinê ve hatine dagîrkirin.

- Bêhtirî 140 hezar xelkê Kobanî berê xwe dane sînor, xwe li têlan qelibandin û xwe avêtine bakurê Kurdistanê.

- Gelek ji wan, li ser sînor mayîn bi wan de teqiya, hinek birîndar bûn, hinekan jî jiyana xwe ji dest dan.

- Kobanî tu nemaye were xeniqandin.

- Xelkê Kobanî, ku tu caran kesekî bawer nedikir, wê ev felaket were serê wan, niha xwe bi tenê dibînin, bang dikin û dibe hawara wan, lê ew dibêjin, kesek tune ye dengê wan bibihîse.

- Li Kobanî partî hebûn, encumen hebûn, serkirde, serok, fermandar hema bêjin her kes hebû, lê niha kolanên Kobanî vala bûne û topên DAIŞ yek li pey yekê li Kobanî dikevin.

- Kî bû sebeb û çima ev tişt hate ser Kobanî?

- Ka 4 hezar pêşmergeyên rojava li Kuderê ne?

- PYD çima rê nade partiyên din hêzeke eskerî ava bikin û biçin bajarê xwe, xelkê xwe biparêzin, madem YPG bi xwe jî hêza wê têrê nake ku bikaribe Kobanî biparêze?

- Partiyên din jî heta niha bi çêkirina civînan û derxistina belavokan re mijûl in û dibêjin eger em hêza eskerî derbasî Kobanî bikin, wê şerê birakujî çêbibe yan jî ya wan tenê hiccet û behaneyek e, ji bo ku derbasî Kobanî nebin.