Kêmasiyên Rêkeftina Duhokê çi ne?

Kêmasiyên Rêkeftina Duhokê çi ne?

Kêmasiyên Rêkeftina Duhokê çi ne?


- Roja 22 vê mehê Rêkeftina Duhokê li bajarê Duhokê hate îmzekirin. Piştî Hewlêr 1 û Hewlêr 2, aliyên dijber yên rojavayê Kurdistanê li ser maseyekê rûniştin û di navbera xwe de rêkeftinek îmzekirin.

- Tevgerên ciwanan li dijî wê rêkeftinê ne itîrafê pê nakin û dibêjin ew temsîla me nake

- Çima partî û tevgerên siyasî dest danîne ser her tiştî û rê nadin kesekî din biçe pêş û di nava hevdîtinên weke yên Duhokê de cih bigire?

- Çima ew partî qerara hebûn û nebûna Kurdan didin û weke ku ji xeynî wan tu aliyekî din tune be?

- Ciwanan piştgih dikin, jinan bi tiştekî nahesibînin, guh nadin kesayetî û ronakbîrên Kurd û bejewediya wan çaxwa dixwaze wiha dikin...

- Li Misirê binêrin, ciwanan şoreşek çêkirin, hêzeke weke ya Husnî Mibarek rûxandin û bûne sembola şoreşê li Misirê.

- Çima ciwanên me xwe di bin siya partiyan vedişêrin û cesaret nakin yek gotinê jî bêjin, rexneyek hebe di berxwe de dibêjin û newêrin dengê xwe bilind bikin...

- Dibêjin Tevgera Ciwanan, li rojavayê Kurdistanê, bûye Kûkla siyaseta şaş û roj bi roj dihele û wenda dibe.

- Çi bû sedem ku çok li ciwanan bişkê, ew dibêjin partî bûn sebeb, partî jî dibêjin, ciwanan bi xwe xwe tune kirin...

Mêvan:

Beşîr Reşîd: Nûnerê Partiya YEKÎTÎ li Herêma Kurdistanê
Munzur Îskan: Endamê Rêxistina SOZ