Bilbilê kêmpeyda yê çem û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

03 October 2025
Bilbilê kêmpeyda yê çem û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

Bihayê wî digihîje 20 hezar dolarî
Hewlêr bûye paytexta bilbilê herî kêmpeyda yê cîhanê

Bilbilekî kêmpeyda ku bi navê "Bilbilê çem" tê naskirin û gelek nemabû ji holê rabe, niha li bajarê Hewlêrê tê parastin û ev bajar bûye paytexta xwedîkirin û firotina wî, ku bihayê yekî carinan digihîje 20 hezar dolarî.
Ev bilbil ku cureyekî kêmpeyda yê bilbilê guhspî ye, di eslê xwe de yê deverên Kurdistanî yên Bedre û Cesaneyê ye û ji ber deng û awazên xwe yên taybet li ser asta Îraq û welatên Ereb navdar bûye. Ji ber nêçîra bêserûber, metirsiya nemanê li ser çêbû.
Dr. Fazil Wehab, bazirganê Bilbilê çem, ji Rûdawê re got, "Dema ev balinde hatin bazarê, bazara bilbilan guherandin û bûn mijareke girîng a navneteweyî."
Li gorî gotina Dr. Fazil, ji ber ku her kesê li wan deveran bilbilek bigirta bi bihayê yek milyon heta milyon û nîv dînaran difirot, di demeke kurt de ew bostan ji bilbilan vala bûn û ti nemabû ku bi temamî ji holê rabin.
Piştî wê metirsiyê, hejmarek xwedîkerên balindeyan li Hewlêrê, balindeyên sereke ku ji wan re "Eblî" (bavê fêrker) tê gotin, tînin bajêr û niha ji tevahiya 8 Eblî li seranserê Îraqê, 7 ji wan li Hewlêrê ne.
Ew "Eblî" wek mamosteyan dersê didin çêlikan û di nava salekê de wan fêrî nêzîkî 14 awazên cuda dikin ku her yek ji wan navekî xwe yê taybet heye.
Dr. Fazil Wehab dibêje, "Ew Eblî pêşî bi nermî çêlikan fêrî awazan dikin, wekî çawa xwendekar di pola yekem de fêrî alfabeyê dibe. Piştî du mehan hemû 'ziman'an (awazan) werdigirin, lê heta salek derbas nebe em wan nafiroşin, ji bo em piştrast bibin ku bi temamî fêr bûne."
Bihayê van bilbilan li gorî asta awazxwendinê û hejmara "ziman"ên ku dizanin diguhere. Dêdewan Muhsin, yekî din ji bazirganên bilbilan, dibêje, "Li bazarê bilbil bi 15 hezar dînaran hene, lê yên me bihayê wan ji 500 dolarî dest pê dike heta 20 hezar dolarî. 10 roj berê min bilbilek bi balindeyekî û 7,500 dolarî guherand, ango min bilbilê xwe bi 10 hezar dolarî firot."
Ji ber van hewldanan, niha Hewlêr wekî paytexta Bilbilê Çem tê naskirin û salane nêzîkî 150 heta 200 bilbilên fêrkirî bi kiryarên navxwe û welatên Ereb tên firotin.
Ew dengê dilrevîn ku bi salan metirsiya nemanê li ser bû, niha li baxçeyên Hewlêrê vedije û çîroka parastina mîrateke neteweyî û veguherandina wê bo bazirganiyeke serkeftî ya navneteweyî vedibêje.

Tengava Bûk û Zava li Gola Dûkanê bi temamî ziwa bûye
Asta avê 20 metreyan kêm bûye

Asta ava Gola Dûkanê bi awayekî berçav daketiye, bi awayekî ku devereke geştyarî ku bi navê "Tengava Bûk û Zava" tê naskirin, bi temamî ziwa bûye.
Qeyîkvanek dibêje, asta avê nêzîkî 20 metreyan daketiye û ev yek bûye sedema derketina gelek gir û girên biçûk, herwiha metirsî li ser berhemanîna elektrîkê û ava vexwarinê çêkiriye.
Huner Mecîd, ku qeyîkvan e li Gola Dûkanê, dibêje, "Ew cihê ku geştyaran bi taybetî serdana wê dikir, niha bûye wêranî." Wî herwiha amaje bi wê yekê kir ku berê rojane nêzîkî 30 heta 40 geşt bo wê deverê dikirin, lê niha "di hefteyekê de carekê jî em nikarin werin," ji ber ku derketina giran wer kiriye ku qeyîkên wan zirarê bibînin û metirsî li ser wan û geştyaran çêbibe.
Li gorî gotina Huner Mecîd, asta avê bi awayekî stûnî nêzîkî 15 heta 20 metreyan kêm bûye û heta 350 metreyan ji peravan jî paşve çûye.
Wî dilgiraniya xwe derbarê kalîteya avê jî anî ziman û got, "Berê me ji ava golê vedixwar, lê niha bêhn û tama wê nexweş bûye û rûyê avê zengarî bûye."
Huner Mecîd daxwazê ji welatiyan dike ku hişyar bin û avê zêde xerc nekin û dibêje, "Eger em nikaribin Îran û Tirkiyeyê razî bikin ku avê ji bo me berdin, divê em bi xwe îsrafa avê kêm bikin û jîngehê biparêzin."

Cara yekem, muzîka Kurdî li Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê tê jenîn
Cara yekem di dîrokê de, awaza Kurdî ligel semfoniyeke cîhanî ji aliyê Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê ve hat pêşkeşkirin. Di konserê de, du muzîkjenên Kurd, Alan Arif û Şêrko Kanîwan, bi amûrên keman û defê beşdar bûn.
Ev parçeya muzîkê têkelek ji folklora Kurdî ye û ji aliyê Quteybe Neîmî ve hatiye nivîsandin, ku dayika wî Kurdeke xelka Silêmaniyê ye.
Quteybe Neîmî, awazdaner e û dibêje, "Hizira festîvala îsal bihevgihiştina Rojava û Rojhilatê bû, lewra min xwest ez hinek awazên Kurdî û Îraqî werbigirim û bi şêwazeke orkestrayî ya hevçerx ji nû ve darêjim."
Rêberê Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê David Navarro Turres, amaje bi wê yekê kir ku jenîna vî cureyê muzîkê ji bo orkestraya wan zehmetiyeke mezin e, ji ber ku ew fêrî jenîna muzîka klasîk wekî ya Çaykovskî û Mozart bûne, lê di heman demê de wê wekî karekî baş dibîne.
Kemanjen Alan Arif, dabaşa wê yekê kir ku ji bo rengê Kurdî di kar de zêdetir derkeve pêş, wan daxwaz ji Şêrko Kanîwan kiriye ku wekî defjenekî ji Bakurê Kurdistanê beşdar bibe.
Şêrko Kanîwar, defjen e û xelkê Amedê ye, dibêje, "Ez ne tenê wekî Şêrko li vir im, belkî nûnertiya muzîka Kurdî dikim. Dema tu ligel orkestrayeke wiha navdar muzîka Kurdî pêşkeş dikî, nasnameyeke cîhanî dide te."
Li Brukselê, awazên çiyayên Kurdistanê mil bi milê parçeyên muzîka klasîk a cîhanê wekî Senfoniya Pêncemîn a Çaykovskî tên jenîn.