Sistre Xatûn: Dayika kincspî ya Silêmaniyê û çend fîçerên din di çavê Rûdawê de

17 January 2025
Sistre Xatûn: Dayika kincspî ya Silêmaniyê û çend fîçerên din di çavê Rûdawê de

Sistre Xatûn: Dayika Kincspî ya Silêmaniyê
Mîxaîl Yûnan, ku bi navê Sistre Xatûn tê naskirin, ew jina Xirîstiyan e ku nîv sedsalê xizmeta kerta tenduristî ya bajarê Silêmaniyê kiriye. Sala 1924an li gundê Sinatê yê Zaxoyê ji dayik bûye û sala 1952an dest bi karê perestariyê li Silêmaniyê kiriye.
Daniştvanên bajêr navê "Dayika Kincspî" lê kirine, ji ber ku piraniya zarokên Silêmaniyê di nava 50 salan de li ser destên wê hatine dinyayê. Birêvebira Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Silêmaniyê Dr. Şilêr Fayeq dibêje: "Pir jîr û alîkar bû. Ji bilî perestarî û pîrikiya li nexweşxaneyê, çûye malan jî û bi awayekî zanistî jidayikbûn pêk aniye."
Ebdulehed Yuhena ku sala 1970î ew nas kiriye, qala dilfirehî û mirovdostiya Sistre Xatûnê dike û dibêje: "Cudahî di navbera Xirîstiyan û Misilman û ti olekê de nedikir. Her dem bi dilsozî kar dikir û gelek alîkariya pêşmergeyan jî kiriye."
Ji ber xizmetên wê yên bê rawestan, li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Silêmaniyê peykerek jê re hatiye danîn. Sistre Xatûn, ku hevjînê wê Yûsifê Ermenî bû, dayika sê keçan û kurekî bû. Sala 2002yan di temenê 78 saliyê de koça dawî kir û li Silêmaniyê hat veşartin.
Mîxaîl Yûnan, ji bilî sê keçên xwe, mîrateke manewî ya mezin jî li pey xwe hişt: Dîrokeke paqij û çîroka jiyaneke dilovan ku mînaka pêkvejiyana aştiyane ya olan li Kurdistanê ye.

Cereş: Bajarê Dîrokî yê Urdunê
Li bakurê Emana paytexta Urdunê û bi dûriya 48 kîlometreyan, bajarê dîrokî yê Cereş (Cerasaya Yewnaniyan) cihdigire, ku yek ji deh bajarê xweşewîst ên Romaniyan e. Ev bajarê ku li ser rûbera 410 kîlometreyên çargoşe hatiye avakirin, bi dîwarekî kevirî bi dirêjahiya 3462 metrey, bilindahiya 3 metre û pehniya 80 santîmetreyan hatiye dorpêçkirin.
Li gorî lêkolînên Yewnaniyan, dîroka vî bajarî vedigere nêzîkî 5500 salan berî zayînê. Dr. Fîras Ebû Meharib dibêje: "Bajarekî temam bû, muzexane, sehneya şanoyê ya mezin, perestgeh û her tişt lê hebû. Dibêjin di serdema Împeratorê Pompê de hatiye avakirin û ji bo bêhnvedana leşkerên Romê di dema şer de li Rojhilatê hatiye bikaranîn."
Îbrahîm Etmeyê ku 18 sal e rêberê geştyariyê ye û bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Fransî û Îspanî diaxive, dibêje: "Di demsala geştyariyê de mehane sed heta du sed hezar kes serdana vir dikin. Geştyar ji Îspanya, Îtalya, Fransa û hemû welatan tên."
Li nav bajêr 16 dêr û muzexane hene, her wiha bazareke tevahî ji bo kirîn û firotina pêdiviyan tê de hebû. Ehmed Kerkûkî ku ji Kurdistanê serdana Cereşê kiriye, dibêje: "Bi rastî tu tûşî şokê dibî dema ku tu dibînî hin cih hezaran sal berê hatine avakirin û wekî xwe mane. Ev dahateke mezin e ji bo Urdunê û ezmûnek e divê em li Kurdistana xwe mifayê jê wergirin."
Li gorî amarên Wezareta Geştûguzara Urdunê, salane 5 heta 7 milyon geştyar serdana vî welatî dikin ku wek yek ji girîngtirîn welatên xwedî şûnwarên Romanî li Rojhilatê tê hesibandin.

Îbrahîm Ehmedî: Jenyarekî Kurd bi Defa Xwe Muzîka Kurdî û Fransî Tevlihev Dike
Îbrahîm Ehmedî, jenyarê Kirmaşanî xwediyê bawernameya masterê ye di derûnnasiyê de ji Zanîngeha Tehranê, ji sala 2016an ve li bajarê Bordoyê Fransayê dijî û li wir muzîka Kurdî bi cîhanê dide naskirin.
Ev jenyarê ku sala 1982yan ji dayik bûye, berî koçkirina xwe ya Fransayê, li Rojhilatê Kurdistanê bi du komên muzîkê re kar kiriye û komeke muzîkê bi navê "Viyan"ê damezrandiye. Niha bi sê komên muzîkê yên Fransî re kar dike, ku ya herî girîng ji wan koma "Mîksî" ye.
Birêvebirê Koma Mîksî dibêje: "Min bi rêya Îbrahîm Kurdistan û dîroka wê nas kir. Ji wê çaxê ve min dest bi xwendina li ser Kurdistanê kir. Bi muzîka Îbrahîm re, min muzîka Kurdistanê û amûrên wê nas kirin, her wiha têgihiştim bê çi çand û çi dîrokê ev muzîk berhem aniye."
Îbrahîm ku dahol, def û sêtarê dijene, zêdetir bi defa xwe tê naskirin. Di konsertên wî yên serkeftî de li bajarê Blayê, Lorêna Zêkêrî ku welatiyeke Fransî ye, dibêje: "Strana Kurdî gelekî taybet e, tijî hest û soz e. Ji bo me tiştekî cuda û çêjbexş e."
Artur Zqîrî, jenyarê viyolînê yê Albanî ku zêdetirî 50 salî ezmûna wî heye, dabaşa têkiliya di navbera muzîka Kurdî û Balkanî de dike û dibêje: "Bavê min di pirtûka xwe ya li ser dîroka muzîka Balkanê de, qala bandora muzîka Kurdî li ser muzîka wê deverê kiriye."
Niha Koma Mîksî mijûlî tomarkirina albûmeke nû ye ku sê stranên Kurdî li xwe digire. Tomas Mazolyê, yek ji jenyaran e û dibêje: "Strana Kurdî ji bo me rojavayiyan pir zehmet e, lê em gelekî hewl didin ku muzîkê wek ya resen bijenin."

Nermîn Îbrahîm Azer: Dengekî Nû li Esmanê Edebiyata Kurdî
Nermîn Îbrahîm Azer, helbestvana naskirî ya Kurd û endama çalak a Navenda Çandî ya Mukriyanê, yek ji wan dengên taybet e ku kariye mora xwe li ser edebiyata Kurdî ya hevçax bihêle.
Ev helbestvan sala 1984an li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Destpêkê bi nivîsandina xezelan dest bi karê wêjeyî kiriye û ji aliyê helbestvanên din ve nasnavê "Xatûna Xezel"ê lê hatiye kirin. Ev jî ji ber taybetmendiya zimanê helbestên wê û şiyana wê ya bicihkirina dengê jinan di qalibê helbesta klasîk de bû.
Di vê fîçerê de, Nermînê behsa wê yekê dike ku "di nav jinan de pir kêm kar li ser nivîsandina xezelan hatiye kirin. Hemû armanca min ew bû ku ez zimanê jinan bibim nav helbesta klasîk."
Sala 2016an, Nermînê gaveke girîng avêt bi vekirina fêrgeheke zimanê Kurdî li bajarê Bokanê. Ev fêrgeh ku bi awayekî xwebexş kar dike, bûye navendek ne tenê ji bo fêrkirina zimên, lê belê ji bo perwerdekirina nifşekî nû yê edebî.
Nermîn destpêkê di bin nasnavê "Tewar"ê de helbestên xwe belav dikirin. Hilbijartina vî nasnavî, ku wateya balindeyekî bilindfir dide, nîşana xwestek û armancên wê yên bilind di warê wêjeyê de bû.
Îro, Nermîn Îbrahîm Azer ne tenê wek helbestvan, lê belê wek çalakvaneke çandî tê naskirin ku bi rêya kar û xebatên xwe yên edebî û çandî de, roleke wê ya girîng di pêşxistina ziman û edebiyata Kurdî de heye.