Orkestraya Kenare û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Orkestraya Kenare dengê muzîkê ji bo aştiyê
Orkestraya Kenare ku di sala 2014an de li qezaya Hemdaniyê hatiye damezrandin, mîrateyeke girîng a Mesîhiyên Deşta Neynewayê bi rêya mûzîkê şênber dike. Ev koma hunerî ji 65 endaman pêk tê ku piraniya wan ciwanên Xirîstiyan ên ji Qereqoş, Bertile û Mûsilê ne.
Rêveberê orkestrayê keşe Dorît Berber dabaşa wê yekê dike ku kom di dema mişextiyê de piştî êrîşa DAIŞê hatiye damezrandin. Wekî ku dibêje: "Li şûna ku mirov çekan hilgire, me biryar da ku em amûrên mûzîkê hilgirin." Her çendî di 2014an de dest pê kir, lê belê bi awayekî fermî di 2017an de hate damezrandin û yekem konsera xwe di sala 2019an de pêşkêş kir.
Ev orkestra girîngiyeke taybet dide parastina mîrateya çandî ya Mesîhiyan û bi çendîn zimanan sirûd û stranan pêşkêş dike, di nav de: Siryanî, Aramî, Keldanî, Aşûrî, Erebî û Kurdî. Amûrên wan ên mûzîkê jî cur bi cur in, wek keman, gîtar, viyola, çelo û amûrên kutayî.
Hîbe Ebdulbarî jin e û endama orkestrayê ye, dibêje "Mûzîk aştî ye, rola jin û keçan di orkestrayê de pir pir pêwîst e, ew tiştekî ciwan pêşkêş dikin." Orkestraya Kenare sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê derbas kiriye û konsert li çendîn welatên Ewropayê pêşkêş kiriye, wek Fransa û Almanyayê.
Fadî Noêl Ezo, ku ji Awustralyayê vegeriyaye ji bo beşdarbûna wek guhdar, dibêje: "Bi rêya vê okestrayê îro me hemû bîranînên salên borî, di dema koçberî û zehmetiyên jiyanê de vegerand."
Orkestraya Kenare li kenîseya Tahireyê ya Mezin li Qereqoşê, ku yek ji mezintirîn kenîseyên Rojhilata Navîn e, li srr pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî berdewam e. Peyama sereke ya vê grûba hunerî belavkirina aştiyê û danasîna mîrateya çandî ya Kirîstiyanên Îraqê ji bo cîhanê ye, bi rêya zimanê mûzîkê ku hemû sînoran derbas dike.
Werzişvanên Kurd ên Gurcistanê alaya Kurdistanê bilind dikin
Gurcistan, welatekî biçûk e li başûrê Qefqasyayê û nêzîkî 30-35 hezar Kurdên Êzidî û Kirîstiyan lê dijîn. Di nav diyasporaya Kurdên Gurcistanê de her ji serdema Sovyêtê ve, çendîn rewşenbîr û hunermendên navdar derketine.
Ji xeynî wan, Kurdên Gurcistanê di warê werzişê de jî her li pêş bûn. Di nav wan de bi dehan werzişvan gihîştine asta herî bilind.
Davîd û Danyal Fêroyî pismam in, ji temenê 10 saliyê ve dest bi werzişa Kîk Boksênê kirine. Davîd çendîn caran nasnavên qehremanê Gurcistanê, Ewropa û cîhanê wergirtiye. Danyal jî çend caran bûye qehremanê Gurcistanê, û xelata duyem a qehremaniya cîhanê wergirtiye. Sala 2019 Davîd bû qehremanê cîhanê, û Danyal jî pileya duyem bi dest xwe ve anî.
Salih Mela Reşîd û pirtûkxaneya wî ya kevnar
Salih Mela Reşîd, mamostayê xanenişîn ê zanîngehê ku temenê wî 90 sal e, xwediyê yek ji mezintirîn pirtûkxaneyên taybet ên Hewlêrê ye. Tevî lawazbûna çavên wî, rojane çendîn demjimêran dixwîne û hevaltiya pirtûkên xwe dike.
Pirtûkxaneya wî ku bi hezaran pirtûk tê de hene, li hemû ode û korîdorên mala wî belav bûye. Beşeke girîng a pirtûkxaneya wî, ew 20 pirtûkên olî, felsefî û edebî ne ku ji bavê wî jê re mane, ku temenê wan di navbera 100 bo 150 salan de ye û pêwîstiya wan bi çavdêriya taybet heye.
Mamosta Salih sala 1968an bawernameya bakaloryosê li Zanîngeha Ezhera Misrê bi dest aniye û sala 1973an bawernameya masterê di ziman û edebiyata erebî de wergirtiye. Di sala 1982an de heta 2005an mamostayê Zanîngeha Selahedînê bûye.
Pirtûkxaneya mamosta Salih bûye çavkaniyeke girîng ji bo lêkolînên xwendekarên zanîngehê û kesên ku li ser bawernameya master û doktorayê kar dikin.
Malbata mamosta Salih di koka xwe de xelkê Mukriyanê ne û bavê wî di dehsaliya duyem a sedsala bîstan de, di serdema Cenga Cîhanî ya Yekem de, ji gundê Qarawayê Seqizê yê Rojhilata Kurdistanê hatiye Hewlêrê.
Salih Mela Reşîd sala 1973an jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kur û çar keçan e û 11 neviyên wî hene.