Ezîzê Rengareng û hin Fîçerên din di Çavê Rûdawê de

25 July 2025
Ezîzê Rengareng û hin Fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Ezîzê Rengareng | Zilamê Rengîn ê Cizîrê

Ji Cizîra Botan, zilamekî rengîn heye bi navê Ezîz. Temenê wî 78 sal e, lê jiyana wî tijî reng û kêf e. Ev zilamê taybet her sibehekê rengekî hildibijêre û ji serî heta pê, cil û bergên wî rengî li xwe dike, çi sor 
be, çi kesk, zer an jî şîn.

Mala Ezîz xezîneyek e ji bi sedan reng, cil û berg, pêlav û aksesûarên ku wî kom kirine. Ji bo wî, cilguhertin ne tenê ji bo çûna derve ye, belkî rêyek e ji bo kêfwergirtina ji jiyanê û çêkirina ahengiyê bi xwe re.

Berî teqawidbûna xwe, Ezîz jiyaneke zehmet derbas kiriye û wan salan tenê reş li xwe kiriye, ji ber ku rengê wî yê bijarte reş bû. Lê piştî teqawidbûnê, wî biryar daye ku jiyana xwe tijî reng bike.

Dema di kuçeyên Cizîrê re derbas dibe, gelek kes wêne pê re digirin û bi rengên wî dilxweş dibin. Meşa wî ya rengîn, bedewiyê li bajêr zêde dike.

Ji bo Ezîz, reng zimanek e, hestek e, bîranînek e. Di 78 saliya xwe de, ew nîşanî me dide ku her cilê li xwe dike, belgeyeke zindî ye ji bo wê yekê ku dem çermê mirov qermiçî dike, lê reng dil û ruh ciwan dike.

Arêz Ferheng Karê Ristinê Dike Çavkaniya Dahatê

Arêz Ferheng, keçeke derçûya beşa Zimanê Îngilîzî ye li bajarê Helebceyê, û karîbûye behremendiya xwe ya ristinê, ya ku ji zaroktiyê fêr bûbû, ji bo xwe bike çavkaniya dahatê.

Arêz, piştî xilaskirina zanîngehê nexwestiye bêkar rûnê, lewma di sala 2021ê de dest bi karê ristin û honandinê kiriye. Di destpêkê de dayika wê ew fêr kiriye, lê bi saya zanîna xwe ya zimanê Îngilîzî, bi rêya medyaya civakî, wê ev karê xwe zêdetir pêş xistiye.

Berhemên Arêzê curbecur in; ji çente û cil û bergan bigire heta kelûpelên zarokan û gerdaniyê. Ew hemûyan li gorî daxwaza kiriyarên xwe çêdike. Yek ji berhemên wê yên herî berbiçav, çêkirina bûkika karakterê navdar ê cîhanî 'Mr. Bean' e.

Arêz dibêje: "Bûkika Mr. Bean bîranîneke xweş li cem piraniya mirovan dihêle û daxwazeke mezin li ser heye, wisa ku di festîvalan de yekem berhem e ku tê firotin û namîne."

Ji bilî ristinê, Arêz li ser teknîkeke nû ya bi navê "Punch Needle" (Derziya Punch) kar dike ji bo çêkirina portreyan, ku ev qadeke hunerî ya nû ye li Kurdistanê.


Mamostayek Waneya Fîzîkê Dike Lîstika Zarokan

Li gundê Wênê yê ser bi navçeya Pêncwînê, Mamoste Alan Qeredaxî waneyên ziwa yên fîzîkê ji nav pirtûkan derxistiye û di nav xwezayê û pola xwe ya sade de wan berbiçav dike. Xwendekarên wî bi kelecaneke mezin yasayên zanistî fêr dibin.

Alan, bi cil û bergên sade xwendekarên xwe dibe derve û bi amûrên hêsan, teoriyên aloz şîrove dike. Wî biryar daye ku zanistê ne tenê di çarçoveya polê de bihêle, belkî bike beşek ji jiyana rojane ya 
xwendekarên xwe. Rêveberiya dibistanê jî piştgiriya wî dike û hêvî dike ku ew li ser dahênanên xwe berdewam be.

Ew mamosteyê ciwan, heftane nêzîkî 130 kîlometreyan ji Silêmaniyê rê diçe da ku bigihîje dibistana xwe.

Cîhana Alan ne tenê pol û xwezayê ye; wî odeya xwe ya biçûk kiriye laboratuwareke ji bo dahênanê. Bi sûdwergirtina ji zanista xwe, wî roboteke leşkerî û amûreke jîr ji bo kontrolkirina malê çêkiriye. Ji vê ezmûnê, ew daxwazekê arasteyî berpirsên perwerdeyê dike. 
Ew mamoste, xwediyê 20 pirtûkên çapkirî ye di warên cuda de.