Keştiya Nûh û Çend Fîçerên Din di Çavê Rûdawê de
Keştiya Nûh; Zilamek 45 Sal e Gencîneya Pirtûkên Kevin li Silêmaniyê Diparêze
Li yek ji kolanên bajarê Silêmaniyê, pirtûkxaneya "Keştiya Nûh" bûye cihekî diyar ji bo xwîner û rewşenbîran. Hesen Mihemed, xwediyê pirtûkxaneyê, zêdetirî 45 sal e di karê xwe de berdewam e û gencîneyeke binirx a ji zêdetirî 30 hezar navên pirtûkan kom kiriye, ku dîroka çapkirina hinekan ji wan vedigere sala 1900î.
Hesen Mihemed, behsa destpêka karê xwe dike û dibêje, "Cara yekem sala 1979an bû, min çend pirtûkên xwe bi pişta xwe birin Baneyê û li wir firotin." Piştre di sala 1983an de wî pirtûkxaneya xwe ya yekem li nêzîkî Mizgefta Mezin a Silêmaniyê danî û ji sala 2011an ve li cihê xwe yê niha berdewam e.
Pirtûkxaneya Hesen Mihemed cuda ye, ji ber ku her cure pirtûk tê de hene; ji felsefe û derûnnasiyê bigire heta dîrok û pirtûkên olî û fikrî yên curbicur. Ew di wê baweriyê de ye, "Madem ku civak her cure ye û xelk bi her awayî difikire, divê ez jî bi wî awayî pirtûkan bifiroşim."
Karê Hesen Mihemed bêtir ji hobiyê çavkanî girtiye ne ji bazirganiyê. Ew dibêje, rojane nêzîkî 80 hezar dînar mesrefa wî heye, lê dahata wî nagihîje wê mîqdarê û zarokên wî alîkariya wî dikin. Digel vê yekê, kêfxweşiya wî ew e dema kesek piştî lêgerîneke dirêj, pirtûkeke kêmpeyda li cem wî peyda dike.
Resûl Hisênê nivîskar pirtûkxaneyê wek "Keştiya Nûh" bi nav dike, ji ber ku "her cure tişt tê de heye." Ew di wê baweriyê de ye ku hebûna vî cihî nîşana rewşenbîriya bajêr e û dibêje, "Ne tenê ev bajar, belkî şêx, mele û zana jî deyndarê Mamoste Hesen û vê pirtûkxaneyê ne."
Derbarê paşeroja pirtûkxaneyê de, Hesen Mihemed hêvîdar e ku piştî wî jî berdewam be û dibêje, "Min ji zarokên xwe re gotiye, çi dibe bila bibe pirtûkxaneyê ji nav nebin, ji ber ku ew ji bo we ciwanî ye."
Eloyê Kurdistanê, Markayeke Cîhanî ya Makêtên Otomobîlan
Li gundekî bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, xortekî bi navê Eyûb Hisênî, xewna xwe ya zarokatiyê kiriye markayeke cîhanî. Eyûb, bi destên xwe yên behremend makêtên hûr û balkêş ên otomobîlan ji daran çêdike û karên wî sînorên Îranê derbas kirine û gihîştine Ewropa û Amerîkayê.
Eyûb Hisênî, makêtên xwe li odeyeke sade ya gundê xwe çêdike. Ew bi piranî darên gûz û tuskayê bi kar tîne û tekeziyê li ser wê yekê dike ku divê dar bi temamî hişk be da ku kalîteya karê wî bê parastin. Ev xortê jêhatî nêzîkî 12 sal e ku vî karî bi awayekî profesyonel dike.
Eyûb dibêje: "Ji zarokatiya xwe ve min ji çêkirina tiştan hez dikir. Di destpêkê de min tiştên sade çêdikirin, piştre dema heza min çû ser otomobîlan, min dest bi çêkirina makêtên wan kir û hêdî hêdî min karên xwe pêş xistin."
Navê markaya wî "Eyloyê Kurdistanê" ye. Di destpêkê de wî xwestiye navê wê bike "Kurdistan Toyota", lê piştre fikirî ku ew ne tenê makêtên Toyota çêdike, lewma piştî şêwra bi malbat û hevalên xwe re, wî navê "Eyloyê Kurdistanê" hilbijart.
Çîroka Eyûb Hisênî mînakek e ku xewnên mezin çawa dikarin ji odeyeke biçûk dest pê bikin û sînoran derbas bikin û bigihîjin tevahiya cîhanê.
Keçeke Dîzayner li Mûsilê bi Hunera Xwe Ahengan Dixemilîne
Li bajarê Mûsilê, Mêrna Mihemed, keçeke dîzayner a 23 salî, behremendiya xwe di warê xemilandinê de bi kar tîne da ku ciwaniyê bide bîranîn û ahengên zewacê. Mêrna, derçûya peymangeha hunerên ciwan e, ligel birayê xwe Casim Mihemed, projeyek dest pê kiriye û bi hev re ji bo xemilandina ahengên mehrbirîn û destgirtinê kar dikin.
Mêrna Mihemed, dibêje, "Tiştê ku kir ez bêm nav vî warî, hezkirina min ji hunerê re bû. Min xwest ezmûn û tiştên ku ez li peymangehê fêr bûm, di karekî de bi kar bînim ku keçên din pê kêfxweş bikim." Ew amaje bi wê yekê dike ku her çend di karê wan de zehmetî hebin jî, lê bi piştevaniya malbata xwe kariye berdewam be.
Casim Mihemed, birayê Mêrnayê, wek mezintirîn piştevanê xwişka xwe tê dîtin û dibêje, "Mêrna wek nîvê duyem ê jiyana min e. Ez her tim di her tiştî de ligel wê me, ji ber ku karên me ji bo civak û bajarê Mûsilê guncaw in."
Mêrna û Casim, bi karê xwe yê hunerî ne tenê bîranînan dixemilînin, belkî bûne mînakek jî ji bo keç û xortên din ku bi piştgiriya hev dikarin rûbirûyî astengiyan bibin û serkeftinê bi dest bixin. Mêrna hêvîdar e ku di paşerojê de projeya xwe mezintir bike û bigihîje daxwazên xwe di warên cuda yên hunerê de.