Mişkên sor ên Amedê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Li Koyeyê zêdetirî 400 şûnwarên dîrokî hene
Bajarê Koye, gencîneyeke zengîn a şûnwarî ye li Herêma Kurdistanê û li gorî lêkolînan, zêdetirî 400 deverên dîrokî û kelepûrî li xwe digire.
Ev mîrata şaristanî, ku gir, keleh, şikeft û perestgehên cuda li xwe digire, belgeya kûrahiya dîroka navçeyê ye.
Di nav van şûnwarên girîng de, Qeyseryan ku avahiyeke bêhempa ya sedsala 19an e û bi şêwazê qubeyî hatiye çêkirin, di van demên dawî de hatiye nûjenkirin. Ev hewldan girîngiya parastina nasname û çanda Koyeyê tekez dikin.
Şûnwara Qeyseryan, dikeve gundê Qeyseryan li rojhilatê bajarê Koyeyê, bi dûriya nêzîkî 8 kîlometreyan. Avahî holeke çargoşeyî ye ku dirêjahiya wê 16 metre û firehiya wê 5 metre ye. Dîwarên wê ji kevir û geçê hatine çêkirin û banê wê bêyî bikaranîna ti darekî, bi şêweyê qubeyeke bazinî hatiye avakirin.
Li gorî lêkolînên Rêveberiya Şûnwarên Koyeyê, dîroka avakirina xanê vedigere navbera salên 1840 û 1844an. Ew ji bo depokirina ka, qesel û xwarina ajalan ji bo demsalên zivistan û payîzê hatiye bikaranîn.
Mişkên sor bûne mêvanên hertimî yên gundekî Amedê
Li ser kenarê Çemê Dîcleyê, li nêzîkî gundê Holayê yê Amedê, hejmareke zêde ya mişkên sor derdikevin, ku bi zimanê herêmê ji wan re "Cirdoxezal" tê gotin. Ev ajalên şêrîn bi salan e ku bûne beşek ji jiyana rojane ya gundiyan û ti ziyaneke wan nîne.
Her roj bi nêzîkbûna rojavabûnê re, bi sedan mişkên sor ji kunên xwe derdikevin û heta ku tarî dikeve, bi kom dilîzin. Ev dîmenê rojane di demsalên bihar, havîn û payîzê de heye û nêzîkî du saetan berî rojavabûnê dest pê dike.
Şakir Ozturk, yek ji gundiyan, dibêje: "Ev mişk li cem me gelek in. Weke sivoran in, ajalên gelekî delal in. Ji mirovan natirsin û tên li ber me dilîzin."
Ev mişkên sor li ser rûbereke zêdetirî 200 donim erd, bi hezaran kun kolane û kirine jîngeha xwe ya hertimî.
Şêwekar Şêrwan Kerkûkî; şêwekarê navdar ê Kurd li Almanyayê
Bavê wî Koyî ye, dayika wî Rewandizî ye, hevjîna wî jî Helebceyî ye, lê ew bi xwe wek Şêrwan Kerkûkî tê naskirin, ji ber ku li Kerkûkê ji dayik bûye.
Şêrwan Kerkûkî, şêwekarekî diyar ê Kurd e li Almanyayê. Di sala 1963an de li taxa Şaterlo ya Kerkûkê ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe ve meraqa wî li ser hunerê hebûye. Zêdetirî 30 salî ye li Almanyayê dijî.
Şêrwan, di şêwekariyê de zêdetir bala xwe dide ser rêbaza realîzmê, lê di dibistanên din de jî ku pêwîstiya wan bi hûrgiliyên zêdetir heye, berhemên hêja afirandine. Berî koçberiyê, Şêrwan xwedî ezmûneke hunerî bû ligel Îbrahîm Tatlises, stranbêjê navdar ê Tirkiyeyê.
Şêrwan Kerkûkî, li Holandayê xwendina hunerê qedandiye û rexneyê li hunera nû, modern û postmodernîzmê digire. Bi baweriya wî, ew karên ku bi amûran tên çêkirin, nabe em ji wan re bêjin huner, ji ber ku nikarin hestên cuda û aloz ên mirovê sedsala 21ê derbibirin.
Şêrwan, li Holandayê ligel jineke Helebceyî zewicîbû, lê piştî wefata hevjîna wî, dilê wî sar bûye û niha tenêtî ew girtiye.
Hêviya wî ew e ku vegere Kurdistanê û waneyên hunerê bide zarok û biçûkên Kurd.