Aveke "şîfabexş" û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Bi sedan kes ji bo "ava şîfayê" berê xwe didin gundekî Akrê
Li gundê Koleka yê ser bi qezaya Akrê, bîreke avê bûye sedem ku her hefte bi sedan kes ji bajar û bajarokên cuda serdana wê derê bikin, bi wê baweriyê ku ava wê çareserî ye ji bo nexweşiyên gurçikan.
Li hember vê yekê, berpirsên hikûmetê û pizîşkên pispor tekez dikin ku av asayî ye û ti belgeyeke zanistî li ser bandora wê ya şîfayê nîne.
Serdankerên bîrê, ku beşek ji wan rêyeke dûr û dirêj dibirin, çîrokên cuda yên xwe û xizmên xwe vedibêjin ku çawa piştî bikaranîna ava bîrê ji êş û azara gurçikan rizgar bûne.
Seidî Hemed Elî, ku ji Mexmûrê ji bo cara sêyem serdana gund kiriye, ji Rûdawê re got, "Ew av xwedî sûdeke baş e, me bi xwe mifa jê dîtiye. Kevirên gurçikê bi zarokên min re hebûn, yê min bi xwe jî hebûn, me kevir avêtin bêyî ku em biçin cem ti pizîşkî."
Ferîq Herkî, rûniştvanê gundê Lacan e û yek ji wan kesan e ku bawerî bi bandora avê heye û dibêje, "Pizîşk neştergeriyê dike da ku keviran derxîne, lê li vir wê avê vexwe û tu yê kevir biavêjî."
Bîr di sala 2017an de hatiye kolan û di eslê xwe de ji bo avdana goristana gund bû. Luqman Behrem, ku bi xwebexşî serpereştiya bîrê dike, hefteyê sê rojan (Çarşem, Pêncşem û În) ji demjimêr 5ê sibehê heta 7ê êvarê xizmeta serdankeran dike.
Luqman Behrem, got, "Me ev bîr di sala 2017an de ji bo avdana dar û berên goristanê kola, lê paşê derket ku bûye sedema çareseriya nexweşiyan."
Tevî wê baweriya berbelav, aliyên fermî xwedî nêrîneke cuda ne. Rêveberiya Ava Akrê pişkinîn ji bo ava bîrê kiriye û encaman ti taybetmendiyeke dermanî di avê de dernexistiye holê.
Rêveberê Ava Akrê Zirar Ehmed ragihand, "Li gorî wan encamên ku ji taqîgeha Duhokê ji me re hatine, ava bîra gundê Koleka aveke asayî ye û pêkhateyên wê yên kanzayî di çarçoveya standarda asayî de ne, wek her aveke din."
Ji aliyê pizîşkî ve, heta niha ti lêkolîneke zanistî nîne ku piştgiriyê bide vî cureyê baweriyan.
Dr. Hîwa Çomanî, pisporê nexweşiyên mîzerêyê, tekezî li ser wê yekê kir, "Heta niha ji aliyê zanistî ve nehatiye piştrastkirin ku avek bi awayekî xwezayî rê li ber çêbûna kevirên gurçikê bigire yan bibe sedema avêtina wan keviran."
Tevî nêrîna pisporan, bi sedan kes ji bajarên cuda yên Herêma Kurdistan û Îraqê berdewam in li ser serdana bîrê. Vê yekê jî wer kiriye ku gundê Kolekayê bibe hêviya dawî ji bo wan kesên ku ji çareseriya pizîşkî bêhêvî bûne û pişta xwe bi baweriya xwe girêdidin ji bo dîtina şîfayê.
Muzexaneya Xaneqînê; navendek ji bo parastina çand û nasnameya bajêr
Muzexaneya Etnografî ya Xaneqînê, ku di sala 2008an de hatiye damezrandin, bûye navendeke girîng ji bo parastina dîrok, çand û nasnameya pirreng a bajêr. Di muzexaneyê de wêne û peykerên kesayetiyên diyar ên bajêr û kelûpelên kevn hatine nîşandan, ku vebêjerên çîroka jiyana rojane û pêkvejiyana pêkhateyên cuda ne.
Rêveberê Muzexaneya Etnografî ya Xaneqînê Macid Şaliyar ragihand ku fikra damezrandina muzexaneyê ji aliyê hunermendê koçkirî Muhsîn Elî Ekber ve hatiye. Şalyar, wek pisporê hunerî, di dîzayn û cîbicîkirina fikrê de hevkar bûye û wê wek "diyariyeke mezin" ji bo bajarê Xaneqînê
bi nav dike.
Di nav muzexaneyê de, ji bilî daliqandina zêdetirî hezar wêneyên kevn ên bajêr, 16 peyker ji bo kesayetiyên navdar ên Xaneqînê bê cudahî hatine çêkirin. Yek ji parçeyên balkêş ên nav muzexaneyê, çaydan û piyaleyên yekem çayxaneya Cihûyan e li bajêr, ku yên kesekî bi navê "Sonya Qe'" bûne.
Rêveberê muzexaneyê dibêje, her çend tiştên şûnwarî tê de nînin ji ber ku nîşandana wan qedexe ye, lê kelûpelên wan ên kevn hene ku temenê wan ji 100 salî zêdetir e.
Şalyar, amaje bi wê yekê dike ku armanca sereke ya muzexaneyê ne tenê komkirina kelûpelên kevn e, lê "piştrastkirina Kurdistanîbûna bajêr û parastina çanda wî" bi rêya hunerê ye.
Ew karê xwe wek "şerekî dîplomatîk û hunerî" dibîne, xasma ku Xaneqîn yek ji navçeyên nakokî li ser e. Li gorî gotina wî, bi rêya vî karê çandî hewl didin wê peyamê bigihînin ku xelkê resen ê navçeyê xwediyê axa xwe ne.
Xalîçeya Kurdî; çîroka nexşên jinên Kurd li Xorasanê
Xalîçeya Kurdî ya Xorasanê, ne tenê berhemeke destan e, lê nasnameyeke çandî ye ku behremendî û jêhatîbûna jinên Kurd ên navçeyê nîşan dide. Ev xalîçe ji ber çirriya xwe ku 10 caran ji xalîçeya asayî zêdetir e û nexşên xwe yên resen, xwedî navûdengeke cîhanî ye û di sala 2019an de ji aliyê Rêxistina UNESCOyê ve wek mîrateke çandî hatiye tomarkirin.
Çîroka her tayekî xalîçeyê ji hiriyê dest pê dike. Qemer Emîn, yek ji jinên xalîçevan, dabaşa wê yekê dike ku pêşî hiriyê dirêsin û dikin ben, paşê bi rengê xwezayî reng dikin. Her rengek li gorî wê nexşa ku biryar e bê hûnandin tê hilbijartin û çîroka jiyan û xewnên jinên Kurd vedibêje.
Fatime Senarî, xalîçevaneke din e û dibêje, "Dema ben amade bûn, em li malên xwe dest bi raçandinê dikin." Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên vê hunerê, çirriya wê ye ku nêzîkî 10 caran ji xalîçeya asayî zêdetir e û kalîteyeke pir bilind daye wê. Herwiha teknîkên taybet ên wekî "raçandina bi pêç" û "sumak"ê nasnameyeke cuda dane xalîçeya Kurdî.
Ev xalîçe rengvedana çand û kevneşopiyên Kurdên Xorasanê ye. Yek ji kevneşopiyên berbelav ew e ku keçek berî ku bizewice, xweşiktirîn xalîçeyê bi destê xwe dirêse û bi xwe re dibe mala hevjînê xwe.
Nexşên wê jî çîrokên xwe hene; li gorî agahiyên xalîçevanan, nexşa "bîço" wek nasnameya sereke ya bala cîhanê kişandiye ser xwe. Li gorî agahiyên Rêxistina UNESCOyê, di sala 2019an de, xalîçeyê tê dîtin û nexşa "çikil" sembola jinên Kurmanc e.
Vê hunera resen xalîçeyeke Kurdî ya Xorasanê karîbû nîşaneya kalîteya navneteweyî bi dest bixe. Jinên xalîçevan berdewam in li ser vejandina wan nexşên ku metirsiya jinavçûnê li ser wan hebû, bi vê yekê jî vê mîratê nifş li pey nifş bi tiliyên xwe diparêzin û çîrokên xwe ji cîhanê re vedibêjin.
Hunermendek odeyeke mala xwe li Şamê dike dibistana parastina muzîka Kurdî
Li taxekê ji taxên Kurdan ên Şama paytexta Sûriyê, odeyeke biçûk a malekê bûye dibistanek ji bo parastina folklor û muzîka Kurdî. Hunermend Mehmûd Xelîl, ku jiyana xwe ji bo parastina awazên Kurdî terxan kiriye, niha zanist û ezmûna xwe ji bo nifşê nû yê keçan vediguhêze, da ku kelepûra hunerî ya neteweya xwe ji bîr nekin.
Mehmûd Xelîl, derbarê jiyana xwe de dibêje, "Ez li bajarê Tirbespiyê li gundê Girdaholê ji dayik bûme. Sala 1979an em hatine Şamê û temenê min 59 sal e. Dema em hatin Şamê, temenê min nêzîkî 13 salan bû. Di sala 1999an de min li vir jin anî û ez li vir mam."
Ew hunermend, di serdema hikûmeta Baasê de beşdarî ahengên Newrozê bûye û rastî gelek astengiyan hatiye. Mehmûd Xelîl dibêje, "Di salên heştêyan de, sala 1981ê, li taxa Ruknedînê ez çûm nav Koma Azadî. Di Newrozê de rejîmê gelek serêşî ji me re çêdikir. Carinan destûr didan, lê paşê distandin û nedihiştin em amûrên deng û tiştên xwe bibin hundir."
Odeya biçûk a mala Mehmûd Xelîl, bûye çirayeke ronîdar ji bo parastina kelepûreke ku metirsiya jinavçûnê li ser e. Ew hunermend amaje bi wê yekê dike ku muzîk bi tenê debara jiyana wî peyda nake, lewma karê jimaryariyê jî dike, lê erka parastina hunera Kurdî li ser milê xwe dibîne.
Mehmûd Xelîl, dibêje, "Me got dibe ku folklor û kelepûra me bê jibîrkirin, lewma me biryar da vî karî bikin û waneyan bidin wan, ji bo van keçan û nifşê nû da ku hemû folklor û muzîka xwe nas bikin."
Derya Mihemed, yek ji wan keçên fêrxwaz e ku li cem Mamoste Mehmûd fêrî muzîkê dibe û ewldaên wî ji bo vejandina awazên resen ên Kurdî di nav nifşê nû de bilind dinirxîne.
Belav bike li ser