Cejna Hinarên Hewramanê û Çend Fîçerên Din di Çavê Rûdawê de

07 November 2025
Cejna Hinarên Hewramanê û Çend Fîçerên Din di Çavê Rûdawê de

Cejna Hinarên Hewramanê; Tabloyeke Zindî ya Çand û Aboriyê
Li gel hatina demsala payîzê û guhertina rengê xwezaya Hewramana Text bo tabloyeke rengîn, çîroka hinarê, ew fêkiya sor û şîrîn a ku ji bo xelkê herêmê bûye çavkaniya jiyanê û nasnameya çandî, dest pê dike. Her sal li gundê Silênê, ev çîrok di çarçoveya cejneke bi heybet de digihîje lûtkeyê.
Seyid Elî Secadî, yek ji niştecihên gundê Silênê, got: "Jiyara xelkê vê deverê li ser hinaran e. Gelek kes xwedî baxên xwe ne û hejmareke zêde jî baxan bi kirê digirin." Vê pîşesaziya kevneşopî herêma Hewramanê di warê aborî û civakî de vejandiye.
Cejneke ku Bûye Pireke Geştyarî
Cejna Hinarên Hewramanê ne tenê ji bo xelkê herêmê ye, lê bûye rawestgeheke girîng a geştyariyê û her sal bi hezaran kes ji bajarên Kurdistanê û welatên cîran berê xwe didinê. Geştyar ji bo dîtina bedewiyên Kurdistanê, naskirina çanda wê ya dewlemend û çêjwergirtin û kêfxweşbûna ji xwezaya dilrevîn a Hewramanê, serdana vê cejnê dikin.
Mubîna, geştyareke ku ji Tehranê hatiye, dibêje: "Dema me bihîst ku li Kurdistanê cejna hinaran heye û cejneke gelekî mezin e, me biryar da ku em werin û ciwaniyên Kurdistanê bibînin. Ev hinar bû hincetek ji bo dîtina Hewramanê û çêjwergirtin û kêfxweşbûna ji vê merasîmê."
Hulya Riyaypûr, geştyareke din a ji Tehranê, li gel malbata xwe beşdarî festîvalê bûye û dibêje: "Li vir xwezayeke gelekî xweşik heye, xelkê wê gelekî baş û mêvanperwer in. Me hemûyan şalên herêmî li vir kirîn, reng û modelên wan gelekî rind in. Ez hêvîdar im ev festîval her sal berdewam bike."

Hejmar û Bandora Aborî
Li gorî amarên Encûmena Qelema Hewramanê, zêdetirî 20 hezar kes beşdarî Cejna Hinarê bûne. Muhyedîn Mehmûdiyan, endamê encûmenê, ji Rûdawê re ragihand ku sedema vê pêşwaziya germ, ji bilî festîvalê bi xwe, navûdengê hinara herêmê ye ku bi tam û kalîteya xwe ya bilind tê naskirin. Wî herwiha got: "Cejna Hinarê bûye hêzeke livîner a aborî ya girîng ji bo deverê û derî li ber werara ektora geştyariyê vekiriye."

Hinar; Pireke Çandî û Aborî
Cejna Hinarên Silênê ne tenê pêşandaneke berhemeke çandiniyê ye, lê bûye pireke çandî û aborî ku bedewiyên Hewramanê bi cîhanê dide nasîn. Dengê geştyarên ji Tehran û Kirmaşanê, tev li bêhna hinarê û mêvanperweriya germ a xelkê herêmê dibe û dîmenekî zindî yê pêkvejiyan û geşbûna aborî ya herêmî diafirîne. Ev cejna salane, hêvî û derfetên nû ji cotkaran re berdest dike û di heman demê de, resenî û çanda dewlemend a Kurdistanê nîşanî dinyayê dide.

Îdrîs Efrînî; Ji Awareyiyê ber bi Afirîneriya di Hunerê de
Îdrîs Efrînî, ciwanekî Kurd ê 19 salî û xelkê bajarê Efrînê ye. Ji 8 saliya xwe ve li Almanyayê wek penaber dijî, lê zehmetiyên jiyanê li hember pêkanîna xewnên wî yên hunerî nebûne kelem.
Îdrîs niha xwendekarê pola 12emîn a amadeyî ye û şêwekar û jenyarekî jêhatî ye ku berhemên wî çîroka jiyana wî û welatê wî vedibêjin.

Zehmetiyên Koçberiyê û Destpêka Hunerê
Îdrîs ji zaroktiya xwe ve ji wênexêziyê hez dikir. Derbarê vê yekê de dibêje: "Dema ez zarok bûm, her tim bavê min pere dida min û dida birayê min jî, lê ez ne wek birayê xwe bûm. Ew diçû pê lîstok û xwarin dikirîn, min her tim pênûs û defter dikirîn."
Vê hezkirinê di rêwîtiya wî ya dijwar a ber bi Ewropayê ve jî berdewam kir. Îdrîs çîroka bîranîneke xwe vedibêje: "Dema em bi malbata xwe re dihatin Almanyayê, li rê pere dan min, min jî pê pênûsên rengîn kirîn û wêne çêdikirin. Wê demê ez 8 salî bûm, lê li rê baraneke zêde bariya û wêne û pênûsên min xera bûn. Bavê min got, ne pirsgirêk e, dema em gihiştin Almanyayê ez ê yên baştir ji te re bikirim, lê ez razî nebûm û min ji nû ve kirîn."

Îlham û Stîla Taybet
Îdrîs Efrînî, derbarê îlhama xwe de diyar dike ku ew heyranê hunermendên Kurd e, wek Hozan Dîno, ku tabloyeke taybet jê re çêkiriye. Herwiha, stîla hunermendê cîhanî, Picasso bi dilê wî ye û dibêje: "Ez gelekî ji Picasso hez dikim û min gelek îlham jê wergirtiye. Ez ji şêwaza abstrakt hez dikim ku tê de hinek ronahiya rastiyê hebe."
Wî hewl daye ku stîleke taybet a wî hebe da ku berhemên wî pê werin naskirin. Di tabloyên xwe de, rengên akrîlîk bi kar tîne û wek ku ew bi xwe dibêje, rengên wî "wek ên Kurdistanê ne, bo nimûne mirov zer, şîn, kesk û sor gelekî dibîne."

Ji Şêwekariyê ber bi Muzîk û Xewneke Mezin
Ji bilî şêwekariyê, Îdrîs xwe fêrî jenîna tembûr û piyanoyê kiriye. Ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên hunerî, li xwaringeheke Kurdî kar dike û li wir jî jêhatîbûna xwe bi çêkirina tabloyeke mezin a dîwarî nîşan daye.
Xewna herî mezin a Îdrîs, vekirina pêşangeheke mezin li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ew dibêje: "Xewna min ew e ku ez li Hewlêrê pêşangeheke mezin bi navê 'Jin, Jiyan, Azadî' vekim û hunera xwe ya Kurdî nîşan bidim."
Îdrîs Efrînî, mînaka ciwanekî Kurd ê jêhatî û xweragir e ku zehmetiyên jiyana awareyiyê kiriye bingeha afirandin û pêkanîna xewnên xwe.

Tîtal Mendikî; Zilamekî Êzidî li Tiblîsê Perestgeha Lalişê di mala xwe de çêdike
Tîtal Mendikî, zilamekî Kurd ê Êzidî yê 81 salî, li mala xwe ya li bajarê Tiblîsê yê paytexta Gurcistanê, dest bi çêkirina peykerekî mermer ê Perestgeha Lalişê kiriye.
Tîtal, ku du salan piştî xanenişînbûna xwe dest bi vî karî kiriye, ji ber ku heta vêga nekariye serdana perestgeha pîroz a Lalişê li Başûrê Kurdistanê bike, biryar daye ku "Lalişê bîne mala xwe."
Koka Tîtal Mendikî vedigere ser gundê Cercerîsê yê Ermenistanê, lê bavê wî di dawiya salên 1930î de malbata xwe veguhastiye Tiblîsê. Herçend Tîtal li Tiblîsê ji dayik bûye û mezin bûye, lê têkiliya xwe bi çand û koka xwe re neqetandiye û her havîn serdana gundê xwe dike.
Ew vî karê hunerî wek îfadeya "xewneke kevnar û hêvî û xwestekeke kûr" bi nav dike û wek sembolekê ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî û olî dibîne.
Tîtal Mendikî heta niha ti berhemên xwe yên destçêkirî nefirotine û dibêje, "dil nakim bifiroşim", ji ber ku wan wek perçeyekê ji ruh û dilê xwe dibîne.
Tîtal û hevjîna wî li Tiblîsê jiyaneke Kurdewarî didomînin. Kurê wan li Fransayê û keça wan jî li Rûsyayê dijî, lê li gorî gotina wî, ew zûzûka serdana wan dikin.

Zilamekî Xaneqînî Xwediyê 16 Hezar Kasetên Vîdyoyê ye
Huseyn Ebas, niştecihê Xaneqînê, xwediyê yek ji mezintirîn arşîvên kasetên vîdyoyê (VHS) ye li ser asta Îraqê, ku zêdetirî 16,000 kasetan li xwe digire. Wî di destpêkê de di sala 2009an de ji heftebazarekê dest bi komkirina kasetan kir û niha xwediyê arşîveke dewlemend e.
Huseyn Ebas ji Rûdawê re ragihand ku di navbera salên 2005 û 2006an de xwediyê nêzîkî 7,000 kasetan bûye, lê piştre ew firotibûn. Hez û meraqa wî ya ji bo komkirina kasetan ji nû ve geş bû, dema ku di salên 2009-2010an de li heftebazarekê çend kaset dîtin. Huseyn dibêje: "Wê demê ez fikirîm ku xelk kasetên kevn diavêjin, lewma min biryar da ku ez wan kom bikim û wek arşîveke taybet biparêzim."
Di arşîva Huseyn de fîlmên salên 1922an heta 2003an hene, ku ji fîlmên Erebî, biyanî, Îraqî, Hindî û Tirkî pêk tê. Li gorî gotina wî, her çend hejmara fîlmên Kurdî di arşîva wî de kêm e, lê wî cureyên din bi awayekî berfireh kom kirine. Wî ev kaset li seranserê Îraqê, ji Besrayê heta Zaxoyê, bi alîkariya çend kesan kom kirine ku ji bajarên cuda jê re dişînin.
Derbarê pirsa gelo di vê serdema YouTube û torên civakî de temaşevanên kasetan mane, Huseyn Ebas destnîşan kir ku gelek YouTuberên Bexdayî serdana wî dikin da ku fîlmên kevn wergirin û got: "Her fîlmeke kevn a ku di YouTube de heye, hemû li cem min peyda dibin."
Beşek ji fîlmên Hindî yên di arşîva Huseyn de "kopiyên resen" in, di nav wan de fîlma navdar "Sholey" (1975) a Amitabh Bachchan, herwiha fîlmên Kuweytî "Yaran" û "Zekî". Yek ji fîlmên wî yên kêmpeyda jî fîlma "Merd" e ku bihayê 100 dolarî jê re hatiye danîn, lê ew ne amade ye bi ti buhayî bifiroşe.
Huseyn Ebas arşîveke temam a fîlmên Îbrahîm Tatlises, stranbêjê navdar ê Tirkiyeyê, li cem xwe parastiye. Li gorî gotina wî, gelek ji wan fîlman niha li ser YouTube peyda nabin û eger ji platforma Amazonê jî werin kirîn, wergera wan pê re nîne, lê yên li cem wî "orîjînal in".
Derbarê awayê parastina kasetan de, Huseyn Ebas dibêje: "Kaseta vîdyoyê ne wek CDyê ye ku vîrus bikevê, tenê germahiya bilind, serma û av zirarê didinê." Ji ber vê yekê, di werzê havînê de fênker û di zivistanê de jî germker ji wan re datîne û "wek dê û bav û zarokên xwe li wan dinêrim û girîngiyê didim wan." Ew her şev li fîlm û stranên nav kasetan temaşe dike û heftane wan paqij dike.