Gewherên giranbiha yên Kurdistanê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

14 November 2025
Gewherên giranbiha yên Kurdistanê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

Gewherên giranbiha yên Kurdistanê; gencîneyeke xwezayî ya kevnar
Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosê û di nav dîmenên balkêş ên Kurdistanê de, gencîneyeke xwezayî ya kevnar heye ku bi milyonan sal e li benda vedîtinê ye.
Sara Telayî, kevirnas û mamosteya zanîngehê, bi nêrîneke hûr û şarezayiyeke kûr, dest bi rêwîtiyekê kiriye ji bo vedîtin û danasîna wan kevirên giranbiha yên ku çîroka kevnar a erdê vedibêjin.
Mamoste Sara, ku di warê kevirnasiyê de xwedî şarezayiyeke berfireh e, amaje bi wê yekê dide ku li cîhanê nêzî 4 hezar cor kevir di laboratuwaran de hatine destnîşankirin, û ji wê hejmarê 200 cor wek kevirên giranbiha û nîv-giranbiha hatine rêzbendkirin.
Li gorî gotina wê, beşeke mezin a wan kevirên binirx û giranbiha, wekî Grosular Garnet, Yeşim û Eqîq, li herêmên cuda yên Kurdistanê peyda dibin.
Telayî bi çavekî pispor û ezmûneke zêde, keviran yek li pey yekê hildibijêre û girîngiya jeolojîk û bedewiya her yekê ji wan şîrove dike.
Telayî, di gerên xwe de bi kelecan dabaşa kevirê Yeşimê dike û dibêje: "Ev Yeşim e. Yeşim kevirekî keskê vekirî û giranbiha ye. Ji bo çêkirina aksesûaran tê bikaranîn û rengekî wî yê pir taybet heye."
Herwiha Telayî şîrove dike bê çawa bi rêya tîrêjê, şefafî û krîstalbûna kevir dinirxîne.
Li gorî zanista jeolojiyê, her kevirek xwedî nasnameyeke taybet e. Hişkî, reng, kêmpeydabûn û safîtî, ew pîvan in ku bihayê gewherekê diyar dikin.
Sara Telayî rave dike ku Kurdistan di navbera 200 - 500 milyon sal beriya niha di bin avê de bûye, û ev yek bûye sedem ku piraniya niştetiştan veguherin van kevirên giranbiha yên ku em îro dibînin.
Piştî gerên li meydanê, Sara vedigere kargeha xwe; cihê ku rêwîtiya rastîn a keviran lê dest pê dike. Li vir, ew kevirekî asayî vediguhere gewhereke teyisî.
Pêwîstiya vî karî bi huner, aramî û hûrbîniyeke zêde heye. Telayî sê qonaxan ji bo şêwedanînê û sê qonaxên din jî ji bo biriqînê (polîşkirin) bi kar tîne, heta ku kevir dike gewhereke geş.
Ji bilî ku ew bi xwe karekî awarte dike, Sara hejmarek keç û xortên bajarê Hewlêrê jî fêrî pîşesaziya keviran dike. Rojane çend demjimêran bi awayekî praktîk wan fêr dike ku çawa gewhereke giranbiha ji kevirekî sade çêbikin.
Hêro Luqman, yek ji fêrxwazan e, dibêje: "Li gorî dîzaynên ku mamoste em fêrî wan kirine, em dîzaynên taybet ji bo keviran çêdikin û em destbend û ristikan jê durist dikin."
Ew kevirên ku heta duh li berpalên çiyayan û li peravên çeman hatibûn paşguhxistin, îro bi destên keç û xortên Kurd dibin tabloyên hunerî û çavkaniyeke dahatê.
Ev kar ne tenê zimanê zindî yê xwezayê nîşan dide, lê di heman demê de derfeteke nû ji bo pîşesaziya navxweyî û geşepêdana aborî jî diafirîne.

Zilamekî 70 salî li Helebceyê muzexaneyeke kelepûrî dadimezirîne
Tayer Elî Ebdulrehîm, zilamekî 70 salî yê xelkê Helebceyê ye û muzexaneyeke kelepûrî vekiriye. Ew dibêje, "Ez hez dikim tiştekî bikim ku bala xelkê bikişîne û pê matmayî bimînin."
Di muzexaneya Tayer Elî de zêdetirî 3 hezar perçe qumaş, 1500 tizbî û 41 corên cuda yên çekan hene, di nav wan de Brno, mawzer û gelek çekên din ên kevn.
Tayer Elî, amaje bi wê yekê dide ku gelek kelûpelên din ên kevn hene wek "Yexan" ku sindoqa kevn a hilanîna cilûbergan e, çîx, beroşên paxir, û misînên ku temenê wan nêzî 90 salî ye. Herwiha wî makêteke mala paşayê Helebceyê jî çêkiriye.
Xwediyê muzexaneyê dibêje, ji bo kirîna beşek ji kelûpelan wî deyn kiriye û niha şiyana wî ya kirîna perçeyên din nemaye, her çend gelek jê re tên pêşkêşkirin.
Tayer Elî, bi karê xwe û bi bajarê Helebceyê serbilind e û dibêje heta ku di jiyanê de be, dê berdewam be. Wî wesiyet li zarokên xwe jî kiriye ku piştî mirina wî, muzexaneyê wekî xwe biparêzin.

Cotkarekî Gurcî salane 45 ton tirî dike şerab
Li gundekî rojhilatê Gurcistanê, Bedrî Mîrvelaşvîlî, xwediyê 10 hektar erd e ku kiriye bexçeyê fêkî û rezê tirî. Ew salane nêzîkî 45 ton tirî diçine û ji bo bikaranîna xwe şerabê jê çêdike.
Baxvanî û rezvanî karê sereke yê niştecihên gund e û dahata wan a bingehîn li ser firotina fêkiyan e. Bedrî, ji bilî tirî, berhemên din ên wek xox, şiftalî û xurmeyan jî hildiberîne û piraniya berhemên xwe bo Rûsyayê hinarde dike.
Gurcistan li cîhanê bi şerabên xwe navdar e û li gorî şûnwarnasan, dîroka çêkirina şerabê li wî welatî vedigere 8 hezar sal beriya niha.
Bedrî, qala awayê çêkirina şerabê dike û dibêje, "Tiriyê guvaştî, ji bo dema du hefteyan di nava kûzikên taybet de dimîne û dibe şerab, paşê em ji bo 2-3 mehên din jî dihêlin da ku tama wê xweştir bibe."
Li cem wan kevneşopiyek heye; dema kurikek ji dayik dibe, çend kûzik şerab jê re çêdikin û di bin erdê de vedişêrin. Piştî 15-20 salan, di roja jidayikbûna wî de yan jî di ahenga zewaca wî de vedikin.
Kêtî Mîrvelaşvîlî, hevjîna Bedrî ye û dibêje, "Em bi hev re karsaziyeke malbatî bi rê ve dibin." Ew ji bilî şerabê û firotina fêkiyan, yek ji berhemên herî navdar ên tirî bi navê "Çurçxêlî" ango benîşt çêdikin, ku di tu maleke Gurciyan de nîne ku peyda nebe.
Kêtî, ku xwedî bawernameyeke bilind e, vêga jina malê ye û ligel hevjînê xwe kar dike. Du zarokên wan hene bi navên Miryema 13 salî û Gîorgiyê 8 salî.

Dîzaynereke ji Kobaniyê bi têkelkirina çanda Kurdî û Îtalî, rêçikên modeyê dişkîne
Sîber Efendî, dîzyanereke Kurd a 27 salî û xelka Kobaniyê ye. Ji sala 2016an ve ligel malbata xwe li Holendayê dijî. Ew, bi têkelkirina dîzayna Kurdî û Îtalî, dixwaze rêçikên modeyê li Ewropayê bişkîne û peyameke çandî bigihîne.
Sîberê, çar salan li bajarê Utrecht ê Holendayê dîzayna modeyê xwendiye. Yekemîn koleksiyona wê bi navê "KurdItalia Heritage" (Kelepûrê Kurd-Îtalya) bû, ku tê de hewl daye pireke çandî di navbera cîhana modeya Îtalî û çanda Kurdî de ava bike. Ew dibêje, "Baweriya min ew e ku huner û mode dikarin mirovan nêzî hev bikin."
Derbarê dîzaynên xwe de, Sîberê dabaşa wê yekê dike ku cawên sade û giranbiha têkel dike û dibêje, "Ez qumaşekî tînim ku ne zêde giranbiha ye, lê dema tu lê dinêrî wer xuya dike ku bi destan hatiye çêkirin, da ku rihê Kurdî û Îtalyayê pê bide."
Plana Sîberê ew e ku piştî wergirtina ezmûneke zêdetir, markeya xwe ya taybet damezirîne. Peyama wê ji bo ciwanan ev e: "Li xwe bigerin, xwe nas bikin, ji her tiştî hez bikin... Bigerin da ku bizanibin hûn ji çi hez dikin, da ku hûn tê de mezin bibin û bextewar bin."