Çavê Rûdaw 16/08/2019

Çavê Rûdaw 16/08/2019


Jiyar Mihemedzade

Em gelek caran di drama û rêzefilmên Îranê de zarokekî xweşik, xwînşîrîn û peyvxweş dibînin. Ew zarok Kurd e û navê wî Jiyar Mihemedzade ye. Niha Jiyar yek ji akterên zarok ên navdar e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ew beşdarî gelek film û rêzefilman bûye. Ji ber jêhatîbûn û zîrekî û suhbetxweşiya wî, derhênerên Îranê bi hêsanî rolên pir baş dispêrin wî. Di vê fîçerê de em ê bêtir vî akterê ruhsivik û sempatîk nas bikin.



Tabloyên Ruhayê

Mehmûd Selanîş hosteyekî jêhatî û destrengîn ê bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê ye. Mehmûd bi kevirên volkanîk tablo û peykerên pir balkêş çêdike û li bajarê xwe dideyne. Wî ev kar ji bav û bapîrên xwe wergirtiye. Kevirên ku Mehmûd wan bi kar tîne, ji wan re “bazalt” tê gotin û tenê li Bakurê Kurdistanê hene. Di vê fîçera “Çavê Rûdawê” de, em ê karên Mehmûd bi hev re bibînin.



Şûşeyên Şamê

Li Şama paytexta Sûriyê, Ebû Ehmed hosteyekî çêkirina şûşeyê yê bi nav û deng e. Ew li wê kargeha ku ji bav û kalên wî jê re maye kar dike û gelek pêwistiyên rojane ji şûşeyê berhem tîne. Ew awîze, gulop û ciwankarî û gelek cureyên kûzan jî çêdike û wan dişîne bazarê. Werin em bi hev re di vê fîçerê de awayê çêkirina şûşeyên Şamê bibînin.



Basa geştyatrî ya Dûseldorfê

Dema mirov diçe bajarê Dûseldorfê yê Almanyayê, çavên wî bi gelek cihên dîrokî û geştyarî dikeve. Mirov dixwaze serdana wan cihan bike, lê dibe ku dema mirov nebe wan deveran hemûyan bibîne. Lewma basa “Hop On Hop Of” rêya dîtina wan cihan hêsan dike û tu êdî dikarî bi geşteke 40 xulekî piraniya cihên geştyarî û dîrokî yên bajarê Dûseldorfê bibînî. Di vê fîçerê de, em ê cihên geştyarî yên Dûseldorfê bi geşta wê basê bibînin.